Dayika Ocak a 21 sal in li edaletê digere: Destên min di qirika dewletê de ye
Dayikên Şemiyê di hefteya 574'emîn de aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 574'emîn de aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 574'emîn de aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin pirsîn. Dayika Ocak wiha got: "Dema ku ez bombeyên li kolanan diteqin dibînim dibêjim divê aştî bê. wê destên min li pêsira yên ku welat bi rê ve dibin be. Ez ê ti caran dest ji têkoşîna xwe bernedim."
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di hefteya 574'emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Ocak ê ki di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li nêzî gundê Dedeler a Beykozê hate dîtin pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de jî pankarat "kiryar diyar in winda li kû ne" vekirin û tembûr, lênûst, qurnefîl û kasetên stranên ku Ocak guhdar dikir danîn ser pankartê. Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan jî tevlî çalakiyê bû. Çalakî bi strana "Hasan dagi" ya ku Ocak gelek jê hez dikir ve destpê kir.
EDALETA KU 21 SAL IN NEHAT
Di çalakiyê de destpêkê birayê Ocak, Alî Ocak axivî û bi gotina "Em 21 sal in edalet û heqîqetê digerin. Lê, li ser vê axê em hê jî zilmê dibînin. Em li ser rêya birayê xwe li pey edalet û heqîqetê diçin" li hemberî pêknehatina edaletê nerazîbûn nîşan da. Piştre jî ji bo bîranîna birayê xwe helbest xwend.
Dayika Ocak, Emîne Ocak a ku ji ber nexweşxiya xwe tevlî çalakiyê nebû û name şand ji aliyê keşa wê Masîde Ocak ve hate xwendin. Ocak di nameya xwe de wiha got: "Êdî ez 80 salî me. Ji bo ku zarokên me bêgor nemînin 21 sal in têkoşîna mirovahiyê didim. Dema ku ez bombeyên li kolanan diteqin dibînim dibêjim divê aştî bê. Wê destên min di qirika yên ku welat bi rê ve dibin de be. Ez ê ti caran dest ji têkoşîna xwe bernedim."
JI BO DARIZANDINÊ GAVÊN PÊWÎST NAYÊN AVÊTIN
Piştre parêzer Gulseren Yolerî axivî û bal kişand li ser bêadeletiya 21 sal in berdewam dike. Yolerî bilêv kir ku di doza Ocak de ligel ku delîl li holê ne jî ji ber îfadeyên bi nakok berovajî tên kirin, dozger ji bo darizandinê gavên pêwîst navêjin.
Piştî axaftinan ji mirovên şemiyê Ayşe Yilmaz daxuyaniya hefteyê da. Yilmaz hikûmeta AKP'ê ji ber êrîşên li pey hev çêdibin vexwend berpirsyariyê. Yilmaz da zanîn ku AKP rewşa şîdet û tirsê zêdetir dike.
Yilmaz bi bîr xist ku Hasan Ocak piştî ku hate binçavkirin cenazeyê wî piştî 58 rojan ligel hemû astengiyên dewletê li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin.
Yilmaz got ku divê kesên wê demê peywirdar bûn bên darizandin û ew ê jî ji bo ku edalet pêk bê daxwaza xwe bidomînin.
Kesên ku tevlî çalakiyê bûn piştî daxuyaniyê ji bo kesên ku di êrîşa bombeyî ya li Îstîklalê qûrnefîl avêtin hewa.