Dayika Kulter: Ez ê destê kurê xwe bernedim
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hûrşît Kulter ê hat windakirin pirsîn. Dayika Kulter ji vê çalakiyê de peyamek şand û ji berpirsyarên dewletê re got, "Ez ê destê kurê xwe bernedim."
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hûrşît Kulter ê hat windakirin pirsîn. Dayika Kulter ji vê çalakiyê de peyamek şand û ji berpirsyarên dewletê re got, "Ez ê destê kurê xwe bernedim."
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên di binê çavan de hatine windakirin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin, di hefteya 587. de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hat vekirin û wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê hate binçavkirin û 30 roj in jê agahî nayê wergirtin hat hilgirtin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Ferhat Encu, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş û HDP'î û HDK'iyan piştgirî dan çalakgeran.
Di çalakiyê de ewil birayê xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de hate binçavkirin û jê agahî nehat wergirtin, Ûmût Bahçecî axivî. Bahçecî got, agahî jênegirtina Kulter şerma dewletê ye û pirsa "Hûrşît Kulter li ku ye, aqûbeta wî eşkere bikin" li Wezareta Karên Hundir kir.
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu jî diyar kir ku 30 roj in ew li aqûbeta Kulter dipirsin, lê ti encam negirtine, di serlêdanan de rayedar bersiva "kesekî bi vî nayê nehatiye binçavkirin" didin wan.
'TOROSÊN SPÎ LI KURDISTANÊ DIGERIN'
Encu destnîşan kir ku dewletê polîtîkayên xwe yên salên 90'an xistiye dewreyê û işaret bi gefa 'torosên spî' ya Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû kir. Encu got, "Davûtoglû soza xwe bi cih anî. Torosên Spî li Kurdistanê digerin."
DAYIKA KULTER: EZ Ê DESTÊ KURÊ XWE BERNEDIM
Piştre li peyama ku dayika Kulter, Kerîme Kulter ji Dayikên Şemiyê re şandiye hate guhdarîkirin. Kulter ev peyam şand: "Em hemû dayik dest bidin hev. Em zarokên xwe bibînin. Em dayik in. Ez dizanim kurê min di destê wan de ye. Ez ê li kurê xwe bigerim, dev ji lêgerîna xwe bernadim. Ez ê destê kurê xwe bernedim. Em dayik em ê mil bidin hev. Ez ê heta dawiya emrê xwe li kurê xwe bigerim. Heta kurê xwe bibînim ez ê têbikoşim."
Di çalakiya de daxuyaniya hefteyê Ûmît Tekay Dîşlî xwend. Dîşlî destnîşan kir ku ji bo li aqûbeta Kulter bipirsin parêzer jî nikarin bikevin bajar. Dîşlî anî ziman ku di bûyerên windakirinan de berê jî lêkolînekî berfireh nehatiye kirin ji ber vê yekê jî lêpirsîn bêencam dimînin.