Dayîka ji kurê xwe yê gêrîla re qazax û wêne şand di zindana malê de ye
Dayîka ji kurê xwe yê gêrîla re qazax û wêne şand di zindana malê de ye
Dayîka ji kurê xwe yê gêrîla re qazax û wêne şand di zindana malê de ye
Nazîfe Babayîgîta ku 77 salî di sala 2007’an de ji kurê xwe yê gêrîla re qazax û wêneyek xwe şand, li gundê Pelîtlî yê girêdayî Gebzeyê di hepsa malê de ye.
Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, Nazîfe Babayîgît ya 77 salî di sala 2007’an de du kesên hatine mala wan û jêre gotin em kurê te nas dikin li Îdirê ye, ji bo kurê xwe wêneyek xwe û qazaxê bidestê xwe çêkirî radestê wan kir. Her du kesên mijara gotinê li Erziromê hatin girtin û derbarê Dayîka Nazîfe de jî bisûcdariya “alîkarî û piştgirî daye rêxistina terorê” doz hate vekirin. Dayîka Nazîfe ku 12 rojan li girtîgehê ma û 2 sal mehek cezayê girtîgehê lêbirî, piştre cezayê wê vegerandin hepsa malê.
Dayîka ku bi kelepçeya elektronîk li malê tê girtin, heya baxçeyê malê jî nikare biçe, Parlementerê Stenbolê yê Serbixwe Levent Tuzel ziyaret kir. Tuzel got: “Daxwaza dayîkê ya ku agahiyek baş ji kurê xwe werbigire bi ‘alîkarî û piştgiriya rêxistina terorê’ tê ceza kirin. 4’mîn pakêta darazê ya ku rojên borî di meclisê de hate pejirandin, pêwîste destpêkê kesên di rewşên wisan de cezayê wan bê rakirin. Ev bûyer şermek ya mirovahiyê ye. Ne wijdan qebûl dike, ne jî hiqûq.”