Dayika Îbrahîmê YPG’î: Ew teyrikê bihuştê ye

Dayika Îbrahîmê YPG’î: Ew teyrikê bihuştê ye

7 malbatên Kobanê ku ji ber êrîşan hatin gundê Gokkan a Pirsûsê di dibistan û du konan de li ber xwe didin. Dayika Xelîl Elî Îbrahîm, Medîne Mehmet Nehsan ku di şîna Xelîl Elî Îbrahîm yê YPG’ê de rûniştîbû neçar ma sînor derbas bike. Medîne Mehmut Nehsan ji bo kurê xwe got: “Ew teyrikê bihuştê ye. Ew ê dê û bavê xwe jî bigire cem xwe. Rêhevalên wî dê Kobanê azad bikin em ê jî vegerin."

KOBANÊ AXA ME YE

Alî Îbrahîm yê 74 salî ku ji Kobanê gundê Taşluga Jêr e, li dibistanê bi çar malbatan re dijî.  Îbrahîm diyar kir ku kurê wî Xelîl Elî Îbrahîm yê YPG’î (Bahoz Çiya) li Ehmediyê di şerekî li hember çeteyan jiyana xwe ji dest daye û got: “Cenazeyê wî di destê çeteyan de ma.  Me konê sersaxiyê veda. Çete gihiştin gund em hatin sînor. Me sînor derbas kir, em roja din li derve razan. Em niha jî li derve ne. Em di odeyekê de 4 malbat dimînin. Li vir tu tiştekî me tune. Pêwîstiya me bi her tiştî heye. Biraziyê min jî şehîd e. Kobanê axa me ye. Em li benda roja vegerê ne.

Dayika Îbrahîmê YPG’î Medîne Mehmet Nehsan jî diyar ku dema di şînê de rûniştibûn neçar mane gundê xwe terk bikin û got: “Cenazeyê kurê min di destê çeteyan de ma. Kurê min biçûkê malbatê bû. Ez niha bûm mihacir. Xwezî kurê min bijiya, wan torbe li stûyê min bigeranda û min parsekî bikira. Ez gelek bêriya wî dikim. Roj hiltê, diçe ava ez li wî digerim. Kurê min ji bo  li dijî çeteyan têbikoşe çû. Lê kurê min şehîd ket. Me her tiştê xwe hişt û em hatin. Em li ber dibistanekê razan. Gundiyan em girtin hundir. Li dibistanê pez dihat xwedîkirin. Me paqij kir û em ketinê. Niha em gelek zarokên xwe re li vir dijÎn. Ez hê li benda  Bahoz im. Ez bûm jineke pîr a muhacir. Ez rêyan dipêm. Ew bû teyrikê bihûştê. Wê dê û bavê xwe jî bigire cem xwe. Hevalên wî wê Kobanê azad bikin.”