Dayika girtiyê azadiyê: Çalakî bidome em ê jî dest bi grevê bikin

Sîmaperî Akyildiz a ku dayika girtiyê bi nave Edîp Akyildiz ê di greva birçîbûnê de ye got ku “Heke Kurd rabin ser piyan em ê bi ser bikevin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven destpê kir, bi 321 siyasetmedaran didome. 104 roj ji ser çalakiyê derbas bû.

Sîmaperî Akyildiz a ku dayika girtiyê siyasî yê bi navê Edip Akyildiz e, ji ANF'ê re axivî û got, “Ez ê heta dawî piştgiriyê bidim kurê xwe yê ku ev 48 roj in di grevê de ye.” Dayika Akyildiz got ku di serî de Leyla Guven, bi hemû çalakvanên ketî greva birçîbûnê şanaz û ser bilind e û wiha domand, “Hemû hevalên ketî grevê qehreman in. Bi taybetî bi Leyla Guven şanaz û serbilind im. Leylayê bi berxwedana xwe dîrok nivîsî. Kesayetiyeke weke Leyla hê nehatiye ser dinê. Ji bo dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê xwe, ev 104 roj in di greva birçîbûnê de ye û bi biryar e heta dawî çalakiya xwe bidomîne.”

‘TECRÎDÊ TEVAHIYA WELÊT HEJAND'

Dayika Sîmanperî ku ji 8 zarokên wê 3 di girtîgehê de ne, yek ji dayika ku bûyî şahidê hilweşîn û xezaba şerê ku dewletê pêk aniye. Dayika Akyildiz anî ziman ku israrkirina tecrîdê tê wateya israrkirina şer û got mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û wiha pêde çû, “Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re li ser me hemûyan tecrîd tê pêkanîn. Tecrîda li Îmraliyê pêk anîn, berbelavî tevahiya welêt kirine. Zext, êrîş, zilm, girtin û kuştin bê hed û hesab in. Destkeftî û mafên hatî bi destxistin, hemû bi zordestî hatin desteserkirin.”

Dayika Akyildiz, êşkenceya ku keça wê li girtîgeha Bakirkoyê rû bi rû mayî mînak nîşan da û got, “Keça min Leyla ku qebûl nekir li nexweşxaneyê bi kelebçe bê muayenekirin, rastî êşkenceyê hat, bi erdê re hat rakişandin û derbkirin.; zendên wê ji ber kelepçeyê bibû birîn. Ev zilm wiha nameşe.”

‘HEKE EM LI BER XWE BIDIN EM Ê BI SER BIKEVIN'

Dayika Akyildiz, bertek nîşanî desthilatdarî û Meclîsa Tirk da ku xwe bi ker, kor û lalbûnê datînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cîranê min rojekê birçî bimîne, ez nikarim xwarinê bixwim. Niha bi Leyla Guvenê re 300 insanên me di greva biçîbûnê de ne, lê belê ne desthilatdarî, ne jî meclîsa Tirkiyeyê dengê xwe nake; ev bêwijdanî ye. Heke ev bêdengî bidome, em jî weke zarokên xwe bikevin greva birçîbûnê. Ez bang li Wezareta Dadê dikim ku beriya ji girtîgehê cenaze derkevin, bila dawî li tecrîdê bê anîn. Em hemû di riya Leyla Guvenê de ne. Êdî divê ev qêrîn bê bihîstin. Em ê heta kengê di bin vê zext û zorê de bijîn? Bila gelê Kurd rabe ser piyan, li ber xwe bide, lewre em ê bi ser bikevin. Înşelleh em ê vê tecrîdê bişkînin û vê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Weke Leyla Guvenê jî gotî, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!"