Dayika Ethem Sarisuluk bêhna dayika Alî Îsmaîl derxist

Dayika Ethem Sarisuluk bêhna dayika Alî Îsmaîl derxist

Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiya Parka Gezî de li Eskîşehîrê birîndar bû û duh jiyana xwe ji dest da, îro hat veşartin. Di merasîma cenaze de dayika Ethem Sarisuluk ê li Enqerê bi guleya polîs hat kuştin û dayika Abdûllah Comert ê li Hatayê jiyana xwe ji dest da, amade bûn.

Li Eskîşehîrê, xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema protestoyên Parka Gezî de ji aliyê "kes-kesên nasnameya wan ne diyar ve" hat birîndarkirin û duh jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî îro rakirin Hatayê. Cenaze îro danê sibê li bajarokê Ekîncî yê ser bi navenda Hatayê ve, ji aliyê bi dehhezaran kesan ve ji mala malbatê hat girtin. Cenaze li ser milan birin Goristana Asrî ya Ekîncî. 

Li pêşiya meşê, hevalên Korkmaz ên ji Zanîngeha Anadolûyê pankarta bi nivîsa "Alî Îsmaîl Korkmaz namire" vekirin.

Di merasîma cenaze de, dayik û endamê malbata Sarisuluk ê li Enqerê bi guleya polîs hat kuştin, amade bû. Sarisuluk, bêhna dayika Alî Îsmaîl Korkmaz derxist. Dayika Abdûllah Comert ê li Antakyayê jiyana xwe ji dest da jî, li cem dayika Alî Îsmaîl Korkmaz bû.