Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Kalkan jiyana xwe ji dest da

Dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Kalkan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Yuregir a Edeneyê di encama qezayeke  trafîkê de dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan, Safiye Kalkan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; qeza roja 28’ê çileyê li navçeya Yuregir a Edeneyê pêk hat. Wesayita ku dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan Safiye Kalkan û xizmên Kalkan ên bi navê Omer û Recep Kalkan ji ber sedemek nayê zanîn qeza kir. Li cihê bûyerê dayika Kalkan jiyana xwe ji dest da û Recep û Omer rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Calcali ya Zanîngeha Çûkûrovayê.

Hate diyarkirin ku piştî otopsiya cenaze, di heman rojê de cenazeyê Safiye Kalkan li navçeya Tufanbeylî ya Edeneyê spartin axê. Hate diyarkirin ku Omer û Recep Kalkan hîna jî di nexweşxaneyê de ne û rewşa wan xeter e.