Dayika Denîz Gezmîş hat defnkirin

Dayika Denîz Gezmîş hat defnkirin

Dayika Denîz Gezmîş Mukaddes Gezmîş, li Goristana Karacaahmet hat defnkirin.

Dayika Denîz Gezmîş Mukaddes Gezmîş li Uskudar piştî merasîma cenaze li Goristana Karaahmet hat defnkirin.

Dayika Denîz Gezmîş a 94 salî pêr li mala xwe ku jiyana xwe ji dest da, merasîmeke ku bi sedan kesan beşdar bûn li Mizgefta Selîmiye ya Uskudar hat lidarxistin. Kurên Gezmîş Bora û Hamdî Gezmîş taziye qebûl kirin. Di merasîmê de li gel xizmên malbatê, gelek kesên ji nifşê 68’an jî beşdar bûn.

Girseyê cenazeyê bi çepikan û li ser milan bir Goristana Karacaahmet û li vir defnkirin.