Dayika Amedî: Em bêdeng bimînin wê qeyûm danin ser malên me jî!

Aklîme Hanas a 57 salî ku bi rojan e li Amedê di çalakiyên protestoyê de cihê xwe digire got: “Em bêdeng bimînin wê qeyûm danin ser malên me jî.”

Ji 19’ê Tebaxê û vir ve ku şaredarî hatin desteserkirin li Amedê çalakiyên protestoyê didomin.

Aklîme Hanas a 57 salî her roj cihê xwe di çalakiyan de digire, vê carê jî li pêşiya Amed AZC Plazayê di çalakiya rûniştinê de nerazîbûna xwe nîşan da.

Hanas di sala 90’an de gundê wan hat şewitandin û ji Lîcê hat Amedê. Li taxa Alipaş bi cih bû. Dem bi dem stran dibêje, çepik lê dide û meydanê dixwaze. Destê xwe bilind dike û dibêje: “Heta mirinê ezê li vir bim”

Hanas a bi gotina; “Em ê heta kengî bêdeng bimînin.” nerazîbûn nîşan da got: “Ger ku em li dijî qeyûman bêdeng bimînin, wê sibê qeyûm tayînî mala me jî bikin.”

Hanas ji bo yên netewperest û tevgerên nîjatperest nîşan dindin û gotina ‘Pere digirin û dikevin kolanan’ ev tişt got: "Ez ji bo pere û bavê xwe gav navêjim. Dema li ser hesabên civakî min ew parvekirin dîtim pir aciz bûm. Têkildarî kesên li ser tevnên civakî vala daxivin giliyê wan bikim. Ji ber kezeba min dişewite li vir im. Ez li pey mafê xwe me. Ne li rêya şaş li ser rêya heq im.”

Hanas nerazîbûnên xwe ne tenê bi zimanekê îfade dike. Hem Kurdî û hem jî Tirkî hêrsa xwe tîne ziman û dibêje: “Ez ne diz im, dest nadanim ser ti mafê kesekî, lê mafê min hate desteserkirin.”

Hanas a bi domdar qîr dike û dibêje: “Heta mirinê ez ê li vir bim, heta mirinê li vir bim” piştre dirûşma ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ qîr dike.