Dayika Îmîr a HDP’î hate destgîrkirin

Dayika Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr Kadriye Îmîr li Balafirgeha Esenbogayê hate destgîrkirin.

Dayika Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr a 70 salî Kadriye Îmîr dema ji Elmanyayê dihate Enqerê li Balafirgeha Esenboga hate destgîrkirin û şandin qereqolê.

Îmîr a HDP’yî têkildarî mijarê got: “Dema li Balafirgeha Esenbogayê me pasaporta xwe da û şûnde gotin biryara girtina dayika te heye û destgîrkirin.” Îmîr diyar kir ku li ser dosyayê ti agahiyek negirtine û destnîşan kir ku agahî girtine ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyê ya Enqerê ve sala 2019’an derbarê dayika wê biryara girtinê hatiye derxistin. Îmîr diyar kir ku dayika wê nexweş e û  70 salî ye, dayika wê berî demeke kin hatiye emelyatkirin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûne Enqerê.

Îmîr bibîr xist ku dayika wê gelek caran hatiye Tirkiyeyê, ji bo wan agahî nehatiye dayîn û piştî destgîrkirinê û şûnde agahiya derbarê wê de lêpirsîn heye girtine. Îmîr anî ziman ku bi saetane li Balafirgeha Esenbogayê tên ragirtin, piştî kontrolên tenduristiyê û şûnde agahî girtiye ku dayika wê bişînin Şaxa TEM’ê ya Enqerê.