Dayik û bavê ku ji bo kurê xwe çalakî kirin, hatin destgîrkirin

Dayik û bavê Mûstafa Koçak ku bi daxwaza darizandina adîl ev 207 roj in di rojiya mirinê de ye, hatin destgîrkirin.

Mûstafa Koçak (28) ku ji ber îfadeya îtirafkarekê cezayê mûebetê lê hate birin bi daxwaza darizandina adîl greva birçîbûnê dabû destpê kirin ku piştî 90 rojan çalakî veguherand rojiya mirinê, 207 roj in di çalakiyê de ye.

BANGA HESTIYARIYÊ

Dayik û bavê Mûstafa Koçak bi armanca balê bikêşin li ser bê hiqûqiya li kurê wan hatî kirin li Qada Khalkedan a Kadikoyê çalakî kirin. Dayik û bav Zeynep-Hasan Koçak bang hestiyariyê li rojnameger, hunermend û rêxistinên demokratîk kir.

‘JI BO EDALETÊ DIÇE MIRINÊ!’

Dayik Zeynep Koçak wiha got; “Kurê min di 28 saliyê de ji bo edaletê diçe mirinê”. Bav Hasan Koçak jî got; “Kurê min çi kiriye? Bûye qurbanê îtirafkarekê. Di 28 saliyê de dişînin mirinê. Eger zarokê wezîr be wê wiha bûya.”

Polîsan dayik û bavê Mûstafa Koçak destgîrkirin.