Dayik Soyler: Divê tecrîd ne bi gotin bi pratîkê rabe!

Dayika girtiya siyasî Ozlem Soyler a ji 16’ê Kanûna 2018’an û vir ve li Girtîgeha Gebze li dijî tecrîdê di grevê de ye Hatîce Soyler daxwaz kir ku divê tecrîd ne bi gotinî, di pratîkê de bê rakirin.

Çalakiyên nobedê yên dayikên girtiyan ên ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya girtîgehan hatibû destpêkirin dewam dikin. Yek ji van dayikan dayika Hatîce Soyler a li pêşiya Girtîgeha Gebze ya tevî hemû astengiyan çalakiyên xwe didomîne ji ANF’ê re axivî.

Dayik Soyler diyar kir ku ji bo piştevaniya keça xwe Ozlem Soyler û hemû girtiyên din ên ji 16’ê Kanûnê û vir ve di grevê de ne ji Îzmîrê hatiye Stenbolê. Dayik Soyler got: “Asta pêkanînên kêfî yên li Gebzeyê wisa kiriye ku, bihêlin ku li pêşiya girtîgehê rûniştin, rê nadin du dayik bên gel hev, biçin sûkê, polîs pêşiya wan digire. Em biçin kû tên şopandin.”

 ‘LAŞÊ WAN DIHELIN’

Dayik Soyler destnîşan kir ku 7 hezar girtiyên siyasî her roja diçin dihelin, ev rewş wan pir dide zorê û wiha pêde çû: “Her cara keça xwe dibînim, lê xuya dike ku pir kêlo li xwe kêm kiriye. Ji xwe keçeke zeîf bû; niha bi temamî heliyaye. Her çendî ji bo min neêşîne jî, tîne ziman ku pir baş in. Lê her çendî bikenin jî rewşa wan her diçe xirab dibe. Di dema hevdîtinê de min destê wê girt, destê wê pir cemidî bû. Di vê hewaya germ de hemû dihelin.”

Dayik Soyle bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a ‘Qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê bi dawî bû’ da xuyakirin ku tecrîd divê ne bi gotin, di pratîkê de bi dawî bibe. Dayik Soyler anî ziman ku heta dawî li pişt daxwazên rewa yên zarokên xwe ne. Dayik Soyler bang li Serokkomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan kir û got: “Edalet wê rojekê ji bo her kesê pêk were. Em naxwazin tabûtên zarokên me ji girtîgehan derbikevin, ji jiyana wan bi fikar in. Hemû rayedar destê xwe bidin hev dawî li vê zilmê bînin. Ji vir bi taybet bang li Emîne Erdogan dikin, weke dayikekê bila li rewşa me binêre, rondik ji çavên me êdî nayê. Êdî bes e. ‘Em diçin pêşiya girtîgehan tên kaşkirin. Rê nadin ku em saetekê jî rûnin. Em dayik aştiyê dixwazin.”