Dayik li ser sînor keçên wan li Kobanê têdikoşin

Dayik li ser sînor keçên wan li Kobanê têdikoşin

Di van rojên çalakî ji bo 25'ê Mijdarê zêde dibin de li aliyekî Dayikên Aştiyê li ser sînorê Kobanê di ber xwe didin, li aliyê din zarokên wan ên YPJ'î li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerekî dijwar dimeşînin. Dayikên aştiyê xwestin hem ji bo zarokên wan û hem jî ji bo Kobanê hemû jin di 25'ê Mijdarê de bên ser sînor. 

Berxwedana Kobanê û nobeda li ser sînor 68 rojin berdewam dike. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê re, çalakiyên jinan jî zêde bûn. Îsal 25'ê Mijdarê diyarî jinên Kobanê û Şengalê hat kirin. Dayikên Aştiyê ku zarokên wan di nava şervanên YPJ'ê dene, li ser sînorê Kobanê nobed û têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin. Jin îsal bi şîara "Ji xwişkên Mirabelan heta Sakîneyan, Em li Kobanê Arîn û li dijî Sînoran jî Kader in" dê bimeşin ser sînor. Dayikên Aştiyê ku li ser sînor nobetê digirin û zarokên wan di nava refê YPJ'ê de şer dikin bang li hemû jinan kirin ku tev li çalakiya li ser sînor bibin. 

JI 7 HETA 70 SALÎ BIMEŞIN SER SÎNOR

Dayika şervana YPJ'ê Aycan Beştaş, diyar kir ku 5 roj berê ji Sêrtê hat Pirsûsê û niha li ser sînor nobedê digire. Aycan anî ziman ku niha li gundê Mehserê nobedê digire û got: "Ez ji bo berxwedana Kobanê hatim ser sînor. Ez bang li hemû jinan dikim ku ew jî bên ser sînor û nobedê bigirin. Divê hemû jin li dijî kuştina jinên Rojava, Şengal, Hewlêr û jinên din bên ser sînorê Kobanê û nobedê bigirin. Ji 7 salî heta 70 salî ciwan kal û pîr divê her kes bên ser sînor û nobedê bigirin." 

Dayika şervana YPJ'ê Gulistan Duran ku ji Mêrdînê hatiye jî bang li hemû jinan kir û xwest hemû jin di 25'ê mijdarê de bên ser sînor û têbikoşin. Duran, anî ziman ku keça wê 9 sal berê li Manîsayê tev li rêxistinê bûye û xwest her kes bê li ser sînor têbikoşe. 

'DIVÊ HEMÛ JIN DEST BIDIN HEV'

Dayika 57 salî Xece Huseyin jî piştî şerê li Kobanê fireh bû ji Kobanê hat Pirsûsê. Huseyin, bi rojan e li ser sînor nobedê digire û bang li hemû jinan kir ku ji bo piştevaniya jinan her kes bên li ser sînor kom bibin û têkoşîna xwe bilind bikin. Xecê Huyenîn, xwest li dijî êrîşên derve hemû jin komî ser hev bibin û destê xwe bidin destê hev.