Dayik bi berxwedana Kobanê û heviya vegerê sebra xwe tînin
Dayik bi berxwedana Kobanê û heviya vegerê sebra xwe tînin
Dayik bi berxwedana Kobanê û heviya vegerê sebra xwe tînin
Dayikên Kobanê yên ku di konan de tên cem hev, hevkariya hev dikin û bi berxwedana Kobanê û hêviya vegerê sebra xwe tînin. Dayik li ser berxwedana Kobanê dilorînin, êş û kulên xwe bi hev re parvedikin.
Gelê Kantona Kobanê ya Rojava ku bi piştî dehan salan bi Şoreşê Rojava re êdî gihişt azadiya xwe, bi êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê re koçber bûn, rojên xwe yên azadiyê û berxwedana Kobanê ya dirokî ku 72 roj in berdewam dike bi bîr tînin û sebra xwe tînîn. Bi taybetî dayikên dil bi êş û kul ku êşên bi dehan salan vedihewînin, wan rojan nikarin ji bîra xwe derxin û dilorînin. Dayikên ku li konên di nava konbajaran de tên cem hev derd û êşên xwe bi hev re parve dikin û bi vê rêyê jî piştevaniya hev dikin. Dayik ji cih û warên xwe yên ku di nav hebûnê de dijîn piştî êrîşên çeteyên kujer ên DAIŞ’ê koçber bûn û li konan jiyana xwe bi hêviya vegere axa xwe dimeşînin. Dayik bi hevkariya vereşandina kincên kevin ku jê rîsî derdixin ji hev re dibin alîkar û wan jî dikin mînder û belgû.
Dayika Sêdika Cima ya ku 55 salî diyar kir ku ji ber qehra zordestiya çeteyên dagirker qet nexwestiye li ser nîvînan raze û qederî mehekê li ser erdê rûniştiye û raza ye. Cima bilêv kir ku bi şev xew qet nakeve çavên wê û sebra wê bi tenê bi berxwedana YPG/YPJ û bi hêviya rojeke vegerê tîne.
'EM Ê KOBANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'
Cima li ser hêviya xwe ya vegere axivî û ev tişt anîn ziman: “Her çiqas li Kobanê tiştek li ser hev neştibin jî em ê Kobanê ya xwe ji nû ve ava bikin. Weke bihesîbinin em qet li Kobanê nejiyane em ê malên xwe jî baxçeyên xwe jî ji nû ve ava bikin û çelengtir bikin. Em ê Kobanê ji serî de heya dawî ji nû ve bixemilînin. Em Kurd li ber kesî serê xwe natewînin. Ciwanên me Kurdan besî hemû hêzên dewletan e Em xeberê distînin çete êdî bi keç û xortên me nikarin, dar û bergan Kobanê qut dikin. Bila bikin me ehd kirine ku em ê Kobanê ji nû ve ava bikin. Bijî ji hevalan re, bijî gerîlayên li serê çiyan re, bijî ji Ocalan re.”
'KOBANÊ PAYTEXTA KELEHA KURDISTANÊ YE'
Dayika 62 salî ya bi navê Dindê Hemî jî got ku ev ti carî ji wan çeteyên hov netirsiyan û ji bo namûs û axa ku karibin biparezên ji Kobanê derketin. Hemî da zanîn ku ji bo YPG û YPJ’ê nekevin tengasiye mecbûr mane ji Kobanê derkevin û got: “Kobanê wê ti carî ji neyarên Kurdan û çeteyan re nebe yar. Kobanê ya me ye û wê heya mirovekî Kurd li ser rûyê erdê bimîne, wê ya me be. Ti hêz nikare ji destên me Kobanê derxîne. Ciwanên Kurd, canê xwe dan ber çavên xwe û ji bo Kobanê şer dikin. Bi xwîna xwe axa Kobanê av didin. Ma Kobanê ji çeteyan re dibe yar? Ma Kobanê ji Erdogan e ku ceyranê dibire û DAIŞ’a derbasî Kobanê dike re dibe yar? Bila baş bizanibin Kobanê ya Kurdan û paytexta keleha Kurdistanê ye.”