Daxwaza xweseriyê ya Kurdan ket rojeva KRHE

Cîgira Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bûcak li KRHE axivî û xwest têkoşîna wan a ji bo xweseriya herêmî bê destekkirin.

Cîgira Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bûcak li ser navê HDP'ê tevlî Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE) bû û di civata giştî ya li Strasboûrgê de axivî.

Serra Bûcak bibîr xist, ku Tirkiye yek ji welatên mora xwe danîne binê Şertê Xweseriya Herêmî ya Ewropayê, lê belê ji ber îhtirazên xwe , li welêt demokrasiya herêmî û xweseriya herêmî nakeve rojevê.

Serra Bûcak ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî bal kişand ser xebatên xwe yên li bajarên Kurdan û got, "Lê belê nîqaşkirina vê mijarê bi tenê li herêmekê, têrê nake. Em vê yekê ji bo tevahiya Tirkiyeyê dixwazin. Banga min li Konsey û Kongreya li vir e; ji bo Tirkiye di vî warî de bi pêş de biçin, destekê bidin. Ji bo herêmîbûnê bike mijara nîqaşê, bixe rojeva siyasetê û demokrasiya xwecihî bike rojev, dikare bê destekkirin."

'KÎ VÊ DAXWAZÊ BILÊV DIKE TÊ GIRTIN!'

Serra Bûcak diyar kir, hewl tê dayîn daxwaza xweseriya herêmî ya li Bakurê Kurdistanê bê krîmînalîzekirin û anî ziman, gelek Hevşaredar û rêveberên herêmî ji ber ev daxwaz bilêv kirine hatine girtin. Serra Bûcak destnîşan kir, ku yek ji van kesên hatine girtin Hevşaredara Îpekyolûyê Aygul Bîdav e ku bi xwe endama Konseyê ye.