Daxwaza pêkanînan ji kongreya DYA hate kirin

Pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin û hat xwestin ku li ser rayedarên Tirk pêkanîn were ferzkirin.

Pêşnûme ji aliyê Serokê Komîsyona Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê Roger Wicker ku weke Komîsyona Helsînkî tê naskirin, hate pêşkêşkirin. Endama Komîsyona Helsînkî senatora Demokrat Jeanne Shaheen jî di pêşkêşkirina pêşnûmeyê de rol lîst. Senatorên din ên endamên komîsyonê Thom Tillis, John Boozman, Cory Gardmen û James Lankford jî destek dan pêşnûmeyê.

Li gorî malpera Dengê Amerîkayê, komek ji welatên Ewropa û Asya Navîn ku Tirkiye jî di nav de ye, mafên olî binpê dikin û bang li Serokê DYA Donald Trump tê kirin ku li dijî van welatan bikeve nava liv û tevgerê.

Tirkiye, Tacîkîstan, Turkmenîstan, Ozbekîstan, Azerbaycan, Kazakîstan, Rûsya û hêzên serhildêr ên alîgirê Rûsyayê yên li Ûkraynayê di hedefa pêşnûmeyê de ne.

Senatorê Komarger Wicker daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Damezrînerên me, azadiya olî weke yek ji hîmên bingehîn ên welatê me pênase kirin û Serok Trump jî xwedî vê mîrateyê ye. Ev pêşnûme planeke çalakiyan e û li dijî herêmeke ku hikumetên wê azadiya olî binpê dikin."

Di beşa Tirkiyeyê ya pêşnûmeyê de bang li Trump tê kirin û daxwaza van gavan tê kirin:

"- Ji ber ku Tirkiye, Azerbaycan û Rûsya bi rengekî giran azadiya olî binpê dikin, navê wan li 'Lîsteya welatên ku bi taybetî tên şopandin' bê bicihkirin,

- Rahîbê Amerîkî Andrew Brunson ji Cotmeha 2016'an û vir ve li Tirkiyeyê girtî ye. Hatina Amerîkayê li rayedarên Tirk ên ji vê rewşê berpirsyar in bê qedexekirin û pêkanînên malî li ser wan bên ferzkirin."