Daxwaza parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê dîsa nehat qebûlkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 757'an serî li dozgeriyê dan, lê bi bayê bezê bersiv ji wan re hate dayin û daxwaz nehat qebûlkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fûat Çoşacak ji bo muwekîlê xwe bibînin cara 757'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdan saet 10'an hate kirin û serdozgeriyê jî bi bayê bezê bersiv da û daxwaz red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 757 car in parêzer dixwazin biçim Îmraliyê, lê bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", xerabûna keştiyê", "Rewşa Awarte" û herî dawî jî bi hinceta "Cezayê dîsîplînê" daxwaza wan nayê qebûlkirin.