Daxwaza jinûve darizandinê ya Osman Kavala hate redkirin

Daxwaza jinûve darizandinê ya karsaz Osman Kavala cara sêyemîn hate redkirin.

Karsaz Osman Kavala di çarçoveya Doza Parka Geziyê de hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Parêzera Kavala, bi daxwaza jinûvedarizandina miwekîlê xwe cara sêyemîn serlêdan kir. Daxwaza parêzer ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi piraniya dengan hate redkirin. 
 
Daxwaza jinûvedarizandinê ya parêzera Kavala, Hîlal Zengîn ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hatibû redkirin û li dijî vê biryarê îtîraz kiribû. Di daxwaznameya îtîrazê de hatibû diyarkirin ku dadgerên di Doza Geziyê de biryar dayîn, nikarin têkildarî daxwaza jinûvedarizandinê biryarê bidin.