Daxwaza berdana girtiyê giran nexweş Tûran red kirin

Serlêdana daxwaza berdanê ya ji bo girtiyê giran nexweş Abdullah Tûran ê felc e, tevî rapora ‘nikare li girtîgehê’ bimîne ku ji bo AYM’ê hatibû kirin, red kirin.

Serlêdana daxwaza berdanê ya ji bo girtiyê giran nexweş Abdullah Tûran ê felce ku li Girtîgeha Tîpa R a Hejmara 2 A Matrîsê tê ragirtin, tevî rapora ‘nikare li girtîgehê’ bimîne ku ji bo Dadgeha Destûra bingehîn (AYM) hatibû kirin, red kirin.

AYM’ê tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a ‘nikare li girtîgehê bimîne’ jî red kir. Tûran 24’ê Mijdarê ji ber giranbûna rewşa wî heman şevê 2 caran rakirin Nexwexaneya Bajar a Başakşehîrê, piştî mûayneyên rûtîn bê ku razînin dubare vegerandin girtîgehê û xistin karantînayê. Hinceta redkirina serlêdana berdanê jî weke ‘Tedaviya medîkal li saziyê tê kirin, bernameya tedawiya fîzîkî û rehabîlîtasyonê pêk tîne, pêwîstiyên wî yên rojane û kesî ji aliyê personelên venêrîna nexweş ve tê kirin’ hate nîşandan.

Parêzer Vedat Ece anî ziman ku hinceta ku AYM’ê ji bo Tûran ragihandî ne rastin, ji ber şewba vîrûsê ya li nexweşxaneyê cih nebûn ji bo wê bê ku tedawî bikin, vegerandine girtîgehê. Parêzer Ece got ku 7’ê Kanûnê jî Tûran rewşa wî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê, dîsa ji ber şewbê Tûran vegerandine girtîgehê û xistine hucreyên karantînayê. Ece diyar kir ku rewşa dawî ya Tûran ji bo AYM’ê ragihandine, rewşa Tûran cidî ye, tavilê divê bê berdan.