Daxwaza berdana endamê Grûp Yorûm Araci hate redkirin
Daxwaza berdana endamê Grûp Yorûm Alî Araci yê li Girtîgeha Sîlîvrî ya ji doza dihate darezandin hate redkirin.
Daxwaza berdana endamê Grûp Yorûm Alî Araci yê li Girtîgeha Sîlîvrî ya ji doza dihate darezandin hate redkirin.
Alî Araci ev saleke li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Rûniştina 14’an a doza Araci jê tê darezandin li Qesra Edliye a Stenbol a li Çaglayanê pêk hat.
Araci bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştina 23’emîn Dadgeha Ceza ya Giran bû.
Araci û parêzaran di parastinên kirin de daxwaza bidawîkirina girtinê xwestin.
Lê heyeta dadgehê ev daxwaz red kir. Biryara domandina girtina Araci da û rûnitin taloqî 32yê Îlonê kir.