Daxwaza azadiya rojnamegerên girtî hate kirin
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo xebatkarên ETHA Îsmînaz Temel û Havva Cuştan yên ku girtî tê darizandin û beriya doza wan a di 6'ê Tîrmehê de were dîtin, çalakî li dar xistin.
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo xebatkarên ETHA Îsmînaz Temel û Havva Cuştan yên ku girtî tê darizandin û beriya doza wan a di 6'ê Tîrmehê de were dîtin, çalakî li dar xistin.
Komek rojnameger ji bo nûçegîhan û Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Îsmînaz Temel û Havva Cuştan ên di 16'ê Tîrmehê de bên darizandin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan û xwestin hevalên wan serbest bên berdan.
Rojnamegeran wêneyên hevalên xwe yên girtî hildan û dirûşmeyên “Îsmînaz wê dîsa derkeve û binivîse" û “Bêdeng nemîne biqîre nûçe heq e" berz kirin. Nûnerên Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê, TGS'ê, parlamenterê CHP'ê Barış Yarkadaş û parlamentera HDP'ê Huda Kaya amade bûn.
Nûnera Basin ÎŞ'ê yê DÎSK'ê Aylin Kaplan, diyar kir ku bi taybetî rojnameger hedef tên girtin û xwest rojnameger bên berdan.
BANGA TEVLÎBÛNA DOZÊ
Rojnameger Evrîm Kepenek ji daxuyanî xwend û diyar kir ku êdî Girtîgeha Jinan a Bakirkoy bûye wekî navenda nûçeyan û xwest hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Kepenek, anî ziman ku di 16'ê Tîrmehê de rûniştina doza rojnamegeran li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê heye û banga tevlîbûnê li hemû kesê kir.