Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got; “Ger sadiqî sergotarên hatine muzakere kirin bimînin dê ev pêvajo berdewam bike. Lê belê ger sadiq nemînin em nadin berdewam kirin.” Erdogan da diyarkirin ku, ger ‘ev kom’ bên kişandin dê li operasyonên li dijî wana asteng bikin. Di derbarê şert û mercên Ocalan de jî got, “Ji bo Ocalan zindana malê nemijara gotinê ye. Di vê mijarê de her tişt misogere.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan têkildarî gera xwe ya Afrîkayê daxuyanî dan rojnameyên li gel xwe. Erdogan got; “Li ser mutabaqat navbera xwe de ev her du kes şandin wê derê. Niha ger ew sadiqî sergotarên hatine muzakere kirin bimînin dê ev pêvajo berdewam bike. Lê belê ger nemînin em dê nedin berdewam kirin.” Erdogan aşkera kir ku, di rewşa xwevekişanê de ew dê operasyonên li dijî “van koman” asteng bike. Erdogan diyarkir ku, “Ji ber ku ger sozek wisan bê dayîn û ew jî welatê me terk bikin, bi şertê ku çeka danin her wiha di xala xilaskirina terorê ya ji welatê me, em jî dê muwafakat bin. Pêngava tê avêtin eve. Berê di pêvajoyên wisan de operasyon hatin kirin. Çekên xwe berdin û xwevekêşin, ew dê destûrê nedin tiştek wisan.”
‘PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DI ROJEVE ME DE TUNEYE’
Erdogan destnîşan kirk u, di hevdîtinan de çi teqwîm nehatine danîn, weke nexşerê jî ew dê hewil bidin xwe bigehînin armancên heyî. Erdogan got; “Heta em digehin armancên ku me dane pêşiya xwe em dê vê pêvajoyê bidin berdewam kirin. Têkildarî perwerdeya zimanê dayîkê jî heya niha tiştekî wisan di masaye me de tuneye. Tiştek wisan di rojeva me de tuneye. Em dê firsendên wisan yên bibin wesîleyê perçebûna welatê me nedin.”
‘TELEVÎZYONÊ DIDANIN ODEYA OCALAN’
Erdoganê ku dibêje “hepsa malê ji bo Ocalan ne mijara gotinê ye” û îdîakir ku, di vê mijarê de her tişt misoger bûye. Erdogan aşkera kir ku, “Pozîsyon û cihê Ocalan diyare. Cihê Ocalan lê dimîne odeyekî 12 metrekareye. Radyoya wî hebû, dê niha radyoyê bi televîzyonê biguherin. Ev demek dirêje min fermandaye. Min gotê televîzyonekê danin wir.”
GOTINA ‘HESABÊN NAVXWEYÎ ‘Û ‘PROVOKASYON’ DUBARE KIR
Erdoganê ku bersiva pirsên rojnamevana da, têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê îdîaya xwe ya ‘hesabên navxweyî’ û ‘provokasyon’ dîsan dubare kirin. Erdogan têkildarî hinek daxuyaniyên din ANF’ê de derketin wiha got:
“nûçeyek ya Firat Newsê çêkiriî heye. Ger we ew weşand bihîstibe li wir tengaviyek cidî heye. Yanî hûn dizanin fraksiyonên cûda yên ‘rêxistina terorê ya cûdakar’ heye. Yek ji vana Firat Newse ku birêya wê daxuyaniyek dane û tê de diyar dibe ku, ew aştiyê naxwazin, her wiha ji bo ev pêvajo weke her care bimeşe daxuyaniyên ‘çi pêwîst dike pêwîste were kirin û ev pêkanîn jî yek ji îfadeyên vê ye’. Ger hûn balê bidin ser daxuyaniyên min, tiştekî ku pêşiya vê hatiye kirin û wê îşare dike. Çi bûn ew pêngavên biniyet baş yên berê hatibûn avêtin, lê mixabin ji aliyê niyet xiraban ve hatibûn asteng kirin û bê encam mabûn. Li vir dibe ku di encama hesabên navxweyî de derketibe, yan jî dibe li dijî pêngavên niyetbaş yên em di avêjin be. Ji bo vê pêwîste em li benda encamê bin.”
Erdogan diyarkir ku, avahiya ku qetil lêhatiye kirin deriyê wê şîfreye, ihtimala ‘yek yê hundir be’ ‘bihêz dike’ û aşkera kir ku, lêpirsîn ji aliyê hikumeta Fransayê ve tê birêve birin.