Dawûtoglû li Brukselê hat protestokirin: Biceheme!

Li Brukselê ziyareta Davûtoglû ya Ewropa hat protestokirin.

Li Brukselê ziyareta Davûtoglû ya Ewropa hat protestokirin.

Li paytexta Bruksel a Belçîkayê, hatina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya ji bo Ewropayê hat protestokirin. Di çalakiya li Qada Plas Shûman a li pêşiya Parlamentoya Ewropa de bi sedan Kurdistanî amade bûn.

Di çalakiyê de pankartên “Kujer Erdogan”, “Biceheme Davûtoglû” hatin hildan û dirûşmên “Faşîst TC”, “Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike”, “Her der berxwedan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.

...