Dawî li sansura Facebookê bîne!
Dawî li sansura Facebookê bîne!
Dawî li sansura Facebookê bîne!
Piştî ku Facebookê gelek malperên kurdan girt, kampanya îmzeyan a navneteweyî hat destpêkirin. Di metna kampanyayê de tê gotin, "Dawî li sansura Facebookê ya li dijî malperên Kurdan bîne! Ji bo azadiya raman û çapemeniyê, tu jî îmzeyekê biavêje."
Di demên dawî de, gelek malperên Kurdan ji aliyê Facebook'ê ve hat girtin. Li ser vê yekê, li malpera kampanya îmzeyan a online ya navnetewî 'change.org' de li dijî polîtîkaya qedexekar a Facebookê, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de ji gelek welatan, gelek kes û saziyan îmze dan. Di nava mirovên îmze kirine de Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, akademîsyenên ji Tirkiye, Ewropa û Emerîkayê jî hene. Îmze wê piştî çalakiya li ber şaxê Facebookê yê li Londonê, radestî rayedarên Facebookê bên kirin.
Di metna ji bo Mudurê Giştî Yê Facebookê Mark Zuckerberg d weha tê gotin:
"Di Facebookê de dawî li sansura li hemberî malperên Kurdan bîne! Mîna tevahiya gelên cîhanê, mafê azadiyê yê gelê Kurd jî heye. Lê belê Kurd di wê baweriyê de ye ku li ser daxwaza hikûmeta Tirk, Facebook li ser malperên Kurdan zextê dike. Tevî malperên Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li hemberî malperên aktîvîst û siyasetmedarên Kurdan, sansur zêde bûye. Her weha aktîvîstên Kurd ên li ser rewşa Rojava weşanê dikin jî radigihînin ku malperên wan hatine betalkirin. Malpera Facebookê ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku li Elmanya bi zimanê Kurdî û Tirkî tê amadekirin û li tevahiya EwropaYê belav dibe, ev cara duyemînê tê girtin. Gelo tê qebûlkirin ku Facebook di çarçoveya daxawzên yek ji serkêşên binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyê de, bi bêrehm êrîşî malperên Kurdan bike? Eger tu dibêjî ev nayê qebûlkirin, hingî tu jî dengê xwe bilind bike. Ji bo azadiya çapemenî û ramanê, tu jî îmzeya xwe biavêje."
Li malpera change.org, di bin sernavê "Mark Zuckerberg, CEO of Facebook: Stop Censoring Kurdish Content on Facebook!“ hûn dikarin xwe bigihînin kampanya îmzeyan.