Dawa AKP'ê wê li Êlihê li avê nekeve

Êlihê ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de wekîlek bi destê AKP'ê ve berda, xwe amade dike ku di 24'ê Hezîranê de vê wekaletê jî jê bistîne û ji HDP'ê 5 wekîlan bişîne meclîsê.

Êlih li gel çavkaniyên xwe yên petrolê û erdê xwe yê çandiniyê, her wiha tevî qada tûrîstîk Heskîfa kevnare jî, bi salan e ji aliyê bêkariyê ve di rêza yekemîn de ye. Êlih ji bo hesab ji vê yekê bipirse li benda 24'ê Hezîranê ye.

Li Êlihê ku 342 hezar û 111 dengdêr hene, wê li 366 dibistanan 1124 sindoq bên danîn. Sindoq wê bi giranî li navçeyên Qabilcews û Kercewsê bên danîn. Desteya Hilbijartinê ya Bilind biryar dabû ku cihê 65 ji van sindoqan bên guhertin.

Encamên hilbijartina dawî, serketina HDP'ê ya li bajêr bi rengekî vekirî raidxe pêş çavan. HDP'ê di 7'ê Hezîranê de 72.6 ji sedî, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî 68.2 ji sedî yê dengan stendibû. 1'ê Mijdarê HDP'ê 3, AKP'ê jî wekîlek ji bajêr derxistibûn.

Li bajêr niha hejmara wekîlan bûye 5. HDP'ê Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tîryakî û Şukru Baytar li Êlihê kiriye namzet.

SERWERIYA HDP'Ê EŞKERE YE

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Çelîk ji bo meyla şêniyên Êlihê fêhm bike, li nava bajêr geriya û çavdêriyên xwe parve kir. Çavdêriyên Çelîk ku doh li MA'yê hatin weşandin wiha ne:

Li kolanan wêneyê vekirî yê bêkariyê xwe li ber siya dîwaran û qahwexaneyan baş dide nîşandan. Partiyan bi alan kolanan xemilandine. Lê beriya her tiştî serdestiya HDP'ê xwe bi her awayî li bajêr dide nîşan dan.
 
'EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE'
 
Em li seranserê kolana Gulistanê ya herî qelebalix geriyan. Celîl Acar ê 47 salî ku li ser sindoqa xwe ya pêlavan boyax dike rûniştiye û li benda mişteriyan e. Me karê Acar jê pirsî û got: “Rojê çend kes tên pêlavên xwe boyax dikin. Ez di derdê ku nan bibim malê de me. Em hêvîdarin wê ev hilbijartin jî baş derbas bibe. Her kes û wîjdanê xwe. Dengên me diyar in û em ê dengê xwe bidin xwe.”
 
‘EM Ê JI BI XWE BIÇIN SER SINDOQAN’
 
Aydin Sevgîn û Cemal Turan jî li bin siya darê rûniştin e. Her du jî karkerên înşatê ne. Aydin Sevgîn ji bêkariyê gazinan dike. Sevgîn pirsa me ya "Hilbijartin çawa diçe?" bersivand û got: "HDP li bajêr li pêş e. Teqez em ê bi ser bikevin. Dibe kumirov reng û dengê xwe diyar nake, lê her tişt diyar û zelal e. Em ê ji bo ziman û hebûna xwe biçin ser sindoqan. Em aramiyê dixwazin û ji bo aramiyê divê desthilatdrî biguhere."
 
Hevalê wî Cemal Turan jî wiha got: "Bila her kes dizanibe ku kurd li vî welatî hene. Em hene, li ser axa xwe ne û partiya me HDP ye. Em ê feraseta faşîst destek nekin. Bila gumana kesî ji Batmanê tune be, em ê bi ser bikevin."
 
MAMOSTEYÊN NEHATIN TAYÎNKIRIN BI GAZININ
 
Ayten Înan û Leyla Orak her du jî mamosteyên nehatine tayînkirin. Di mulakata bo ku bibin mamoste pirsên balkêş ji wan kirin e û ew nebûne mamoste. Her du mamoste jî li dijî polîtîkaya perwerdehiyê ya hikumetê bi gazinin û diyar dikin ku ew ê li dijî neheqiyan dê piştevaniya HDP’ê bikin.
 
UCA: ÊDÎ AKP WINDA DIKE
 
Der barê pêvajoya hilbijartinê de me nêrînê namzeta HDP'ê ya Êlihê Felenas Ûca jî girt û wiha got: "Li bajêr atmosferek bi kelecan heye. Her çiqas me xwe ne gihandibe hemû malan jî, lê gelê me bixwe xebatê birêve dibe. Em naçin li deriyan nadin û nabêjin deng bidin me. Çimkî gel êdî bixwe dibêje ‘em ê dengê xwe bidin xwe.’ Tenê em tiştekî ji gel re dibêjin bila xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Gel hêviya xwe di HDP’ê de dibîne. Xebatên AKP’ê yên li bajêr jî di şûna namzetan de walî û qeymeqam bi rêve dibin. Gelê Êlihê her tijî dît û jiyî. Komkujî, bûyerên kiryar ne diyar, zilm, sirgûn, koçberî û tişta nehat serê wan nema. Li gel ku Êlih bi petrola xwe dewlemend e jî lê gel bi feqîriyê rû bi rû ye. Êdî AKP winda dike û rûpoşa wan dikeve. Gel xwe ji hesab pirsînê re amade dike."
 
'KEZEBA MIN DIŞEWITE'

 
Yek ji dildarên kampanya hilbijartinê ya HDP'ê jî Îbrahîm Kuspet ê 79 salî ye. Li gel temenê xwe yê mezin jî dixebite û tevî HDP'yan belavokan belav dike. Dema Kuspet belavokan belav dikir, destmala xwe ya spî derxist û bê navber xwêdana ji eniya xwe paqij dike. Me pirsa "Di vî temenî de belavkirina belavokan ne zehmet e?" ji Kuspet pirs kir û wî jî wiha bersiv da: "Na ne zehmet e. Kezeba min dişewite. Ji wê bonê ez li vir im."