Davutoglu siyasetmedarên Kurd kir hedef
Davutoglu siyasetmedarên Kurd kir hedef
Davutoglu siyasetmedarên Kurd kir hedef
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna bi aqilmendan re li dar xist der barê çalakiyên ji bo Kobanê de nirxandina “Bûyerên di demên dawî de nîşan dan ku Pirsûsê ji Kobanê veqetandin ne mimkun e, yan ev sînor wê bi helwdanên aştiyane bêwate bibin an jî ev êş wê bên kişandin” kir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna bi aqilmendan re axivî û diyar kir ku ew berpirsyariyeke hevpar digirin û divê ev berpirsyariyê li hemû beşên civakê re parve bikin mil bidin hevdu û wiha got: “Têkîliyên aqilmendan bêbersiv neman, rapor ranekirin hundirê dolaban.” Davutoglu bal kişand ser çalakiyên ku li Tirkiyeyê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê destpê kir jî îdîa kir, heke ev bûyer derneketibana jî plansaziya wan hebû ku bi aqilmendan re bên ba hev û ev tişt anî ziman: “Heke pêşketinên dawî neba jî dê civîn pêk bihata. Bi taybatî dixwazim vê yekê bînim ziman. Heke ez ne serokwezîr bûma û ez akademîsyenek bûma ez ê jî bi we re li vir rûniştibama.”
Davutoglu bal kişand ser çalakiyên ji bo Kobanê jî û wiha got: “Bûyerên dawî nîşanî me dan ku ji hev veqetandina Pirsûs û Kobanê ne pêkan e. Yan ev sînor wê bêwate bibin an jî ev êş bên kişandin.” Davutoglu ji bo pêvajoya çareseriyê jî nirxandina “neteweyî ye, xwecihî ye û xweser e” kir û îdîa kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd serî li hemû rêyan dane.
Davutoglu got ku wan ti caran negotine “Kobanê ne girîng e” û wiha got: “Me ti caran negotiye ka Kobanê negirîng e. Lê dema pirsgirêka Kobanê tune bû jî li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê hebû. Ev pirsgirêk bê çareserkirin jî neyê çareserkirin jî dê bidome. Ger ev pêvajo bihata temamkirin wê nêzîkatiya me ya ji bo PYD û Kobanê cuda ba.” Davutoglu anî ziman ku dema ew Wezîrê Karên Derve bûye ji bo hevdîtina bi Salîh Muslîm re ferman daye û wiha got: “Ji ber bi rayedarên li Sûriyeyê re me xwest pêvajoya hevdîtina demokratîk destpê bike. Me gazî kir û cara yekem muxatap hate girtin.”
Davutoglu bal kişand li ser gotinên Salîh Muslîm a ji bo Tirkiyeyê “soza xwe bi cih neanîn” jî sozên ku dane bi cih neanîne û wiha berdewam kir: “Berevajî vê kirin û bûn şirîkên sûcên rejîma Sûriyeyê. Dema ku Tirkmen ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin bêdeng man.” Davutogulu der barê çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin û mirinên ji bilî yên endamên Huda-Parê nedîtî ve hat û wiha axivî: “Divê em hemû rûnên û muhasebeyeke baş bikin. Ez ji rexnedayînê narevin. Her kes dizane em bi ser kuştinên kiryar nediyar de diçin. Niha kuştinên kiryar nediyan tunene. Lê ji aliyê derûdorên wekî JÎTEM’ê na, ji aliyê hin derûdorên nasnameya xwe vedişêrin ve tên kirin. Kê Yasîn Boru kuşt. Kengî em di pêvajoya çareseriyê de hin gavan bavêjin ev tişt dibe û tevlihevî çêdibe. Hin derdor ji hewaya mij hez dikin.”
Davutoglu ji bo konên ku gel ji bo daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman vedane jî sûcdarkirina ku li wan deran xeraç tên topkirin kir û wiha axivî: “Hin kes heke dibêjin bila dewlet operasyonan pêk neyne lê ‘em bi konên ku li hin deverên bajaran vedidin ve mirovan bikişînin hesabê û xeracê top bikin û sîstema xwe ya di mejiyê xwe de ava bikin’ ev ne pêvajoya çareseriyê ye. Pêvajoya çareseriyê, projeyeke konjonkturel nîn e. Heke em bi ser kevin em dizanin ku prangayên di lingên Tirkiyeyê de dê çawa vebibin.”