Davûtoglû dîsa din gef xwar
Davûtoglû dîsa din gef xwar
Davûtoglû dîsa din gef xwar
Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê li civîna koma partiya xwe axivî û çalakiyên 6-7'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê weke 'eşqiyatî' bi nav kir. Davûtoglû bi gotina "Ma em ê li pêşberî van bêdeng bin" gef xwar.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê li civîna koma partiya AKP'ê axivî, çalakiyên ji bo Kobanê yên 6-7'ê Cotmehê yên tevahiya gelên Tirkiyeyê hedef girt û ev çalakî weke 'eşqiyatiyê' pênase kir. Davûtoglû îdîa kir ku wan di 1'ê Cotmehê de bi biryarnameya Serokwezaretiyê re mekanîzmayên 'pêvajoya çareseriyê' ava kirine û got, "Başe bersiv çi bû? Di 6-7'ê Cotmehê de eşqiyatî derxist asta herî bilind". Davûtoglû bi gotina "Ma em ê li pêşberî van bêdeng bin" careke din gef xwar.
Davûtoglû îdîa kir ku wan azadî anîne Tirkiyeyê û got, "Di Tirkiyeya berê de mirov ji ber nêrîn, bawerî û kincên xwe li derveyî civakê dihatin hiştin, weke gefekê dihatin dîtin" û îdîa kir ku di Tirkiyeya nû de her kes bûye xwedî azadiya fikir û ramanê. Davûtoglû operasyonên nelirêtî û bertîlê yên 17-25'ê Kanûnê jî nirxand û îdîa kir ku li Tirkiyeyê karê nelirê nîne.