Davûtoglû bersiv neda pirsa, 'Kê Elçî qetil kir'
Davûtoglû ku bersiva pirsa kê Elçî qetil kir neda, bal kişand ser du polîsên hatine kuştin.
Davûtoglû ku bersiva pirsa kê Elçî qetil kir neda, bal kişand ser du polîsên hatine kuştin.
Davûtoglû ku bersiva pirsa kê Elçî qetil kir neda, bal kişand ser du polîsên hatine kuştin.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû beriya biçe Brukselê li Balafirgeha Esenboga civîneke çapemeniyê li dar xist. Davûtoglû têkildarî pirsa qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî got: "Bê ku delîl hene eger hûn vî karê bikin malê dewletê û du polîsên me yên hema beriya bûyerê şehîd bûn tine bihesibînin, bêyî hûn tiştekî der barê wan de bêjin mîna li hemberî Birêz Tahîr Elçî provokasyoneke dewletê heye helwestekê bigirin, ev hem aştiyê nayîne welêt hem jî di aliyê siyasî de helwesteke xwedî berdêl e.”
PIRSA ESASÎ BÊ BERSIV HIŞT, BAL KIŞAND SER TEBENCEYÊ
Davûtoglû pirsa Elçî ji aliyê kê ve hat qetilkirin bê bersiv hişt. Davûtoglû got ku tebenceya li ber cenazeyê Elçî hat dîtin tebenceya yek ji kesên du polîs kuştine.