Yek jî berpirsyarên Komkujiya Sêwasê Hayrettîn Gul bi biryara Serokkomariyê hat berdan. Bertekên li dijî vê her ku diçe zêde dibin. Hayrettîn Gul piştî qetlîamê demek kin hat girtin û di 26’ê Kanûna 1994’an de hat berdan. Piştî darizandina ji nû ve di 14’ê Gulana 1997’an de di derheqê wî de biryara lêgerînê hat dayîn û cezayê darvekirinê stend. Hayrettîn Gul dema cezayê wî teqez bû çûbû Elmanyayê. Elmanya di sala 2003’an de Hayrettîn Gul radestî Tirkiyeyê kir. Piştî ku cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî hate birîn û ji sala 2003’an ve di girtîgehê de bû.
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, têkîldarî berdana Hayrettîn Gul bi biryara serokkomariyê ve û xeteriyên li ser civaka Elewî ya piştî hilbijartinên Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.
Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk Kadriye Dogan anî ziman ku Komara Tirkiyeyê piştî avabûna xwe bûye dewleta Tirk a Sunî û asîmîlasyonê li ser pêkhateyên ne Sunî û Tirk ferz kiriye. Kadriye Dogan destnîşan kir ku doza Komkujiya Sêwasê ji destpêkê ve bi durûtiyeke mezin tê kirin û bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî darizandinê.
Kadriye Dogan bertek nîşanî berdana Hayrettîn Gul da û wiha got: “Di 2’yê Tîrmeha 1993’an de li Madimakê li ber çavên hemû cîhanê 33 canên me şewitandin. Dewlet di doza Komkujiya Sêwasê de biryara xwe bi xala “teşebûsa guhertina destûra bingehîn” da. Ango wiha got, ‘Elewî hatin şewitandin û ev yek sûcekî li dijî min e.’ Lê ya ku komkujiyê pêk anî û ji roja ewil ve li pişt disekine, dewlet bi xwe ye. Sûca ku li dijî dewletê hatiye kirin, ger bi biryara Serokkomarê were berdan ev durûtiya herî mezin e.”
Kadriye Dogan bi bîr xist ku berê jî di doza Komkujiya Sêwasê de yek ji kiryarên komkujiyê bi biryara Serokkomariyê hatiye berdan û berpirsyarên serekê yên komkujiyê Cafer Erçakmak tevî ku bi bultena sor dihat lêgerîn, li cihekî nêzî komkujiyê ma û li vir jiyana xwe ji dest da û got: “Darizandina kujerên Madimakê ji destpêkê ve zor da dewletê. Parêzerên kujeran bûn şaredar, parlementer û serokê meclîsê. Îro jî em bi heman rewşê re rû bi rû ne. Di girtîgehê de bi sedan girtiyên nexweş hene û tevî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ nayên berdan. Dibêjin, ‘Sûcên li dijî dewletê nayên efûkirin’. Yên ji ber doza Komkujiya Sêwasê dihatin darizandin, li hemberî dewletê sûc kiribûn. Lê bi biryarnameyên taybet tên berdan.”
Kadriye Dogan diyar kir ku tabloya ku piştî hilbijartinê derket, nîşan dide ku polîtîkayên zextê ên li dijî hemû pêkhateyên mûxalîf wê zêde bibin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Elewî neçar in ku bi pêkhateyên ku wekî wan tên tunehesibandin û bindest re bibin yek. Her wiha divê hemû beşên civakê yên ji bo maf û azadiyê têdikoşin, ji bo hevgirtinê li ba Elewiyan bin. Serokatiya Daîreya Bektaşî ya Elewî ku di bin sîwana Wezareta Çandê de hatiye avakirin, weke dîyaneta Elewiyan hat organîzekirin û dewlet dixwaze bi vê yekê re Elewîtiyê ji holê rake. Eşkereye ku çima Partiya Refahê û Huda-Parê anîn meclîsê. Xetere mezin e. Cîhana ku ji bo me rewa dibînin, ne ji bo jinan, ne ji kedkaran û ne jî ji bo Kurdan ne cîhaneke ku mirov lê bijî ye. Pêkhateyên ku ji aliyê dewletê ve tên mexdûrkirin, neçar in ku bi hev re tevbigerin.”