Daricayiyên li Îngîltere alîkarî şandin Rojava

Daricayiyên li Îngîltere alîkarî şandin Rojava

Di şeva alîkariyê ya ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Daricalilar (DSYD-DER) hat organîzekirin de 9.500 sterlînê hat komkirin, ji bo ji Rojava re bê şandin radestî Weqfa Heyva Sor hat kirin.

Di şeva piştevaniyê ya Daricayiyan a li Selby Centre ya li Harîngey pêk hat nêzî 600 kes beşdar bûn. Di aktîvîteya bi muzîk û xwarinê ya ji bo piştgiriya ji Kobanê re hat lidarxistin, tevayî dahata hat komkirin ji bo ji Rojava re bê şandin radestî Heyva-Sor a navenda wê li Harîngey e hat kirin.

Mustafa Pamuk ê li ser navê heyeta ku alîkariya hat komkirin radestî Heyva Sor kir axivî got, “Me nikarîbû em li hember pêşvaçûnên li Rojava rû didin bêdend mabana.”

Hatun Bozkurt û Huseyin Îlhan Hevserokên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Daricalilar (DSYD-DER) ku navenda wê li Elmanya ye tevlî şevê bûn.

Hevseroka komeleyê Hatun Bozkurt got ku dilê tevayî Kurdan niha li Kobanê lê dide û got, “Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li pêşeroja me ye.”