'Darbeya 4'ê Mijdarê' li Viyanayê hate şermezarkirin

'Darbeya 4'ê Mijdarê' ku li dijî hevserok û parlamenterên HDP'î hate kirin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate şermezarkirin.

Çalakger roja Yekşemê piştî nîvro li Stephansplatzê li hev civiyan û operasyona girtina wekîlên HDP'î ya berî 2 salan protesto kirin.

Parlamenterê berê yê SPO Şenol Akkiliç û parlamentera berê ya Keskan Bêrîvan Aslan jî destek dan çalakiyê. parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hunermend Pinar Aydinlar tevlî çalakiyê bûn.

Beştaş li vir axivî û diyar kir, "polîtîkaya dîlgirtinê" li dijî HDP'iyan tê kirin û armanc ji vê yekê jî serîtewandin e. Beştaş got, "Em ê ti carî serî netewînin."

Pinar Aydinlar jî got, "Ti polîtîkaya zext û çavtirsandinê wê nikaribe me ji rêya me vegerîne."

Ji partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan jî bi bîr xist ku hikumeta Awûstûrya serokatiya demê ji Yekîtiya Ewropyaê re dike, lewma nikare hîn bêhtir çavên xwe li binpêkirina mafên mirovan bigire. Aslan xwest, li dijî Tirkiyeyê gavên berbiçav werin avêtin.