Darbekar li Stenbolê hatin şermezarkirin

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê darbe şermezar kir û diyar kir, "Em ê teslîm nebin. Em ê çeperên xwe yên demokratîk neterikînin."

Nerazîbûna li dijî betalkirina wekîltiya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû û dîlgirtina wan merzin dibe.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li pêşiya avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û darbe şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê li pêşberî darbeyan û darbekaran teslîm nebin.

Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci, hevberdevkên HDK'ê Sedat Şenoglû û Îdîl Ûgûrlû û nûnerên gelek partyê siyasî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em ê li dijî darbeyên we li ber xwe bidin" hate hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Leylayê", "Berxwedan jiyan e", "Leyla Guven rûmeta me ye", "Jin, jiyan, azadî", "HDP hêvî ye, hêvî li ser piyan e" hatin qîrîn.

'DIVÊ HER KES LI BER XWE BIDE'

Elîf Bûlût diyar kir ku li dijî kiryarên diqewimin ne tenê HDP divê partiyên siyasî hemû li ber xwe bidin û got, "Eger tenê HDP li dijî faşîzmê li ber xwe bide, hingî rojekê em ê hemû li zindanê li hev kom bibin. Ya ku doh qewimî ev bû."

Bi dewamî got, "Ya em ê bi hev re rizgar bibin ya jî em ê hemû bikevin zindanê" û destnîşan kir ku nêta desthilatdariya AKP-MHP'ê ev e, bi darbeya ku doh kir ev yek bi rengekî eşkere nîşan da.

Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû jî got, "Em îro jî bi serbilindî li ser piyan e. Wê nikaribin serî li me bidin tewandin."

'EM Ê ÇEPERÊN XWE NETERIKÎNIN'

Piştî axaftinan Erkan Tepelî bi navê rêxistina HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî xwend û got, "Bi vê êrişkariyê wê nikaribin me têk bibin û em ê çeperên ku me bi dest xistine neterikînin."