Daraz Berman ê DYA’yî: Ez bi fikarim
DYA hinek delîlên ku di çarçoveya doza Reza Zarrab şahidiya wê dike de bi raya giştî re parve dike.
DYA hinek delîlên ku di çarçoveya doza Reza Zarrab şahidiya wê dike de bi raya giştî re parve dike.
Li DYA yê rûniştina doza ku Hakan Atîlla tê darizandin îro rûniştina roja 3 tê kirin. Di rûniştina îro de tê payîn ku Reza Zarrab di lêpirinsa çeprast de bê girtin.
Darazê doza Zerrab Rîchard Berman, îro beriya ku rûniştina dozê destpê bike diyar kir ku di demê pêş de dengekî ku ‘gelek tiştan bandor bike’ heye û beriya ku vî dengî bi dozger re parve bike ji bo ‘selametiya dozê’ daxwaz ji dozger kiriye ku rastiya vî dengî were lêpirsin. Berman got ku vî dengî naxwazin ‘sivik bigrin’ û ji bo rastkirina vê jî gelek rêbaz hene û yek jî van jî divê Zerrab bixwe bibêje. Berman her wiha got ku ew bi xwe bifikare ku vê mijarê bîne rojevê.
Zerrab di roja 3’emîn a îfadeya xwe de qala tîcareta xwarinê ya bi Midûrê Giştî yê demê yê Halkbankê Suleyman Aslan re dike.
Li aliyê din di nameya ku Zerrab ji bo rêveberên bankên mezin ên Îranê re şandî de têgiha ‘cîhada ekonomÎk’ bikaraniye.
YÊN LI TIRKIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNİN DENGÊN QEYDKIRÎ
Li aliyê din Rojamevan Adam Klasfeld dengên ku ji raya giştî re hatîn eşkerekirin, parvekir. Li vir axaftina di navbera Zarrab û Rêveberê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla ku li Dûbaî wê bazirganiya xorak çawan bikin heye.
Klasfeld diyar kir ku yên li Tirkiyeyê nekarîne xwe bighîhînin dengên qeydkirî û got ku bi îhtimalekî mezin Soûncloûd asteng kiriye.