Dara zeytûnê ya hezar û 350 salî

Li Kulliyeta Sokullu Mehmet Paşa ya li navçeya Payasê ya Hetayê dareke zeytûnê ya hezar û 350 salî heye. Zeytûnên ku jê re ‘’Zeytûnên Hûnkar’ dibêjin jî tehma wan pir xweş e.

Li navçeya Payasê ya Hetayê ku bi sedan salan e neteweyên cuda bi aştî lê dijîn, li navçeya wê Payasê, li Kullîyeta Sokullu Mehmet Paşa dareke zeytûnê ya 1500 salî heye ku hê jî fêkî dide.

Evlîya Çelebî di Seyahatnameya xwe de li ser dara zeytûnê ku bi dîwaran û bistikên hesinî tê hemandin dibêje, ‘’Li bin dara zeytûnê ya Payasê rûniştim û min nane xwe xwar’’. Dema ku me dîmenên darê digirt, ji dûr ve yekî bedl lê baskî me ve hat. Got ew melayê Mizgefa Sari Selîm e ku qubeya wê bi risasê reş bûye û minareyên wê yên bi kevirên badayî ezmên qul dike. Çîroka dara zeytûnê got, ya ku qurmê wê yixtiyar bûye lê disa jî zindî ye.

Melayê mizgeftê dibêje li Payasê ku gelek caran korsanên Behraspî êrîş dianîn ser û kevir li ser kevir nedihiştin jî dest li dara zeytûnê nedane.