Ji sê siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, dapîra Leyla Şaylemezê jiyana xwe ji dest da.
Ji sê jinên Kurd yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin û rojên borî li Mêrsînê hatibû definkirin Leyla Şaylemez dapîra wê Zeynep Bakirtan (65) şeva din ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Bakirtan vê sibehê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê û li goristana Afet ya Yenîşehîrê defin kirin. Ji bo Bakirtanê li nêzî Sali Pazarê ya Taxa Egriçamê konê sersaxiyê hate vedan.