Danişîna Yuksekdag dest pê kir

Fîgen Yuksekdag anîn Hêwana Dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê, derdora hêwanê jî hate dorpêçkirin.

Danişîna sêyemîn a doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Girtî Fîgen Yuksekdag li Hêwana Dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê, Enqerê dest pê kir.

Dema ku Yuksekdag anîn dadgehê wekîlan li çepkan da, serokê dadgehê helwesta xwe li dijî çepkan nîşan da.

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan, Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmogulları, gelek endamên EMEP û HDP’ê danişînê dişopînin.

Hate diyarkirin ku nûçegihanên ne bi karta zer in û şandeya biyanî wê nikaribin dozê bişopînin lê piştî hevdîtina destûr derket ku şandeya biyanî were hêwanê.