Danimarka jî wê pêşmergeyan perwerde bike

Danimarka jî wê pêşmergeyan perwerde bike

Di çarçoveya têkoşîna li hember DAIŞ’ê  Danîmarkayê jî diyar kir ku perwerdeyê bide pêşmergeyan.

Rêveberiya Çapemeniya Wezareta Parastina Danîmarkayê, diyar kir ku heyeta ji 30 leşkerên pispor pêk tên wê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan derkevin rê.

Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Nîkolaî Wammen got: “Danîmarkaya ku wê perwerdê bide hêzên parastinê yên Iraqê, di nava welatên koalîsyonê de di rêzên yekem de cih digire.

Komeke leşkeran a pispor a Danîmarkayê, bi hevpîşeyên xwe yên Îngîlîz re ji bo amadekariyên xwe temam bikin 22’ê Mijdarê de wê biçin Qibrisê. 

Perwerdeya ku wê di 30’ê Mijdarê de destpê bike wê di Sibata 2015’an de bi dawî bibe.

Parlamentoya Danîmarkayê biryara ji bo perwerdeya leşkerên Kurd di 2’ê Cotmehê de bi yek dengî qebûl kiribû.  Li gorî biryarê bi giştî 120 kes bi koman wê ji bo perwerdê bişîne Iraqê.

Danîmarkaya ku li dijî DAIŞ’ê tevlî operasyona hewayî bû, di meha Îlonê de 7 balafirên şer ên F16 şand Iraqê.