Danezana konferansa jinan: Emê çalak tevlî pêvajoyê bibin
Danezana konferansa jinan: Emê çalak tevlî pêvajoyê bibin
Danezana konferansa jinan: Emê çalak tevlî pêvajoyê bibin
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, danezana Konferansa Jinan a Ji Bo Aştiyê aşkere kir. Hewldana Jinan diyar kirin ku dê di vê pêvajoyê de bi hemû aliyên jin re hevdîtin bikin.
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG), ji bo "Pêvajoya çareseiyê" niqaş bikin di 4'ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Rektoriya Zanîngeha Bogaziçi bi navê "Jin ji bo Aştiyê Konferansê pêk tînin" lidar xist.
Di konferansê de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Parlamentera CHP'ê Binnaz Toprak û gelek jinên din amade bûn.
Di konferansê de gelek beşên civakê yên cuda, bawerî û rengên cuda jî di navde nêzî 200 jinan jî cih girtin.
BÎKG'ê piştî konferans pêk anî, li salona Cezayirê civîna çapemeniyê lidar xist û danezana encamê ya konferansê aşkere kir.
Di civînê de ewil aktîvîsta BÎKG'ê Melek Taylan, axaftin kir û diyar kir ku ew dê di vê pêvajoyê de bi hemû sazî, rêxistin û komeleyên jinan re hevdîtin pêk bînin û nerênîn wan bistînin.
Taylan, da zanîn ku di konferansa 4'e Gulanê de nexşerêşek derket û wiha got: "Li Tirkiyeyê tekoşîna aştiyê ne nû ye. Em jin ji destpêka şer heta niha her tim têkoşîna aştiyê didin. Em her tim dibêjin şer ji aliyê zilam ve tê pêşxistin û ev şer dibe sedena xizanî, bêzimanî, bê nasnametî û wêderkirine. Em her tim li dijî feraseta militarizm û nijadperestiyê derketin.
'Biryara NY'ê ji bo me rêgeh e'
Taylan, da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi zelalî pêş bikeve dê tev li pêvajoyê bibin û ji nêz ve bişopînin.
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî ya Beşa Psikolojiyê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan jî bal kişand ser biyara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya xala 1325'an û wiha got: "Ev xal pêşniyar dike ku jin bi awayekî çalak tev li pêvajoya çareserî û aştiyê bibin. Jin vê xalê û biryara NY'ê ji bo xwe wekî rêgeh dibînin."
Mungan got"Me di Konferansê de biryar girt ku em komê hevdîtinan bikin û biçin li Bakurê Kurdistanê çavdêriyê bikin."
Aktîvîsta Jin Banu Vardar jî anî anî ziman ku pêvajoya aştî û müzakereyan ji bo jinan rîskên mezin ava dike û bang li hemû jinan kir ku ji bo rîsk neyên derkevin pêş, tevlî pêvajoyê bibin.
Nivîskar Oya Baydar jî anî ziman ku jin di rêyek dirêj û zor re derbas dibin û xwest vekişîna gerîlayên HPG'ê bê qeza û bela pêk bê.