Danezana hevpar a Bakirkoyê: Em ê fatûreya şer nedin

Di mîtînga Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê ya bi sernavê "Aştî, Azadî û Edalet"  de bi hezaran kesan daxwazên xwe yên li dijî faşîzmê dubare kirin.

Di pêşengiya Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê de mîtînga "Aştî, Azadî û Edaletê" bi coşeke mezin dewam dike. Piştî ku Koma Mûnzûr stranên xwe stra, danezan bi zimanên Kurdî û Tirkî hat xwendin. Kurdiya danezanê Rêvebera HDP'a Stenbolê Xunav Altun û Tirkiya wê jî Seroka EHP'ê ya Stenbolê Ozge Akman xwend. Di danezana hevbeş de ev tişt hat gotin:

‘ŞER MIRIN, KUŞTIN Û ÊŞ E’

"Fatûreya şer ji bo mirovahiyê şer, sirgûn, êş û hêsirên çavan e. Piştî Hîtler di sala 1939'an de Polonya dagir kir, kesên bindest di 1'ê Îlonê de li dijî Duyemîn Şerê Cîhanê 'Em ê careke din fatûreyan ranezînin' ew roj wekî Roja Aştiya Cîhanê îlan kirin. Îro li ser rûyê cîhanê bi hincetên cuda gel di bin gefa şer de dihêlin. Hêsên serdest ji bo petrol, gaza xwezayî, maden û qadên nûfûsî di bin serweriya xwe de bigirin û azadiyê sînor bikin, fabrîqeyên çekan beyî ku rawestînin didin xebatê. Her derî çekên wan diteqin, li her derî baregehan vedikin. Dîroka bi hezaran salan tê talankirin, niha li Sûriye, Yemen, Filîstîn û Nîjeryayê, li qadeke berfireh di binê şer de ye.

‘ŞER TENÊ CÎRANÊ ME NÎN E’

Şer tenê ne cîranê me ye. Şerê ku beşeke zêde ya gel dixwest bi dawî bibe, bi wergerandina maseyê re careke din hat gurkirin. Berdêla vê kuştina bi sedan mirovan, girtina bi sedan siyasetmedarên kurd û hevşaredaran, tayînkirina bi sedan qeyûman e.

Heke li beşeke welat şer hebe, li beşa din di nava aştiyê de jiyan ne pêkan e. Ji ber ku bi rêya şer li ser hemû welat kontrol tê avakirin; bi vê rêyê jin, karker, kedkar, ciwan û zarokên serîtewandî diafirînin. Îro kesê xwe di bin tundî, mêtingerî û zilmê de nebîne, tu kes nemaye.

‘EM NAXWAZIN BI REWŞA AWARTE Û BHQ'Ê  WERIN BIRÊVEBIRIN’

Hemû rejîmên ku pergala dîktatoriyê ava dikin hêza xwe ji şer û aloziyê digirin. Ji şerê navxweyî û derve digirin. Rejîma yekpartî û yek mirovî, di vê pêvajoya ku hêzên dixwazin pastayê nava dewletê li hev par ve bikin û her derê dikin toz û dûman, gelek dijminên xwe ava kirine. Hikûmeta ku hewldana 15'ê Tîrmehê wekî litûfekê ji bo xwe dibîne, Rewşa Awarte îlan kir û bi xêra vê yekê hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Her kesî ji bo xwe wekî dijmin dibîne. Ji bo hemû kesên li dijî xwe wekî teror û dijmin dibîne ketiye nava hewldana tunekirina wan. Hikûmet hewl dide Rewşa Awarte mayinde bike. Lê em destûr nadin vê yekê. Em naxwazin Tirkiye bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHQ) bi rê ve biçe. Em naxwazin dijminê xwe bi xwe çêkin. Em naxwazin siyaseta şovenîzmê pêş dixe serdest be. Em li dijî vê yekê bêdeng namînin.

‘EM NAXWAZIN BI BERDÊLA CANÊ XWE TU FATOREYAN BIDIN’

Em destûr nadin em bibin welatekî ku der û dorê wî bi dijmin hatiye dorpêçkirin. Ji bo welatekî li hundir û dervê wî aştî hebe û di nava aramiyê de bijî em ê têbikoşin. Em wekî kedkar, karker, ciwan, jin û hemû mirovên vî welatî em naxwazin bi berdêla canê xwe fatûreya vî şerî bidin. Bijî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê"

MUFTUOGLU: POLÎTÎKAYÊN OSMANÎ YÊN NÛ HILWEŞIYAN

Akademisyen ê bi BHQ'ê  hat îxrackirin Ozgur Muftuoglu jî anî ziman ku akademisyen li dijî hiqûqê hatin îxrackirin û wiha got: "Bi KHK’yan bi sed hezaran kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Heta niha zêdeyî 50 kesan întîhar kir. Bi Rewşa Awarte rê li pêşiya siyaseta demokratîk hat girtin. Niha li herêmê polîtîkayên Osmaniya nû pêş dixin. Lê ev polîtîkayên Osmaniya Nû têk çûn. Ger ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe û bibe welatê aştiyê ger ku pêwist be em ê bedelan jî bidin. Em ji bo aştî, aramî û demokratîkbûna Tirkiye ji bo her tiştî amade ne û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."