Danezana encamê ya konferansa Êzidiyan
Danezana encamê ya konferansa Êzidiyan
Danezana encamê ya konferansa Êzidiyan
Danezana encamê ya konferansa "Rojhilata Navîn û Êzidî" ya li Parlamenta Ewropayê hat weşandin. Di danezana encamê de, banga alîkariyê li hêzên navneteweyî hat kirin.
Danezana encamê ya konferansa "Rojhilata Navîn û Êzidî" ku duh bi mêvandariya endama koma Demokratên Sosyal a Parlamenta Ewropayê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Enstîtuya Kurd a Brukselê hat organîzekirin, hat aşkerakirin.
Di danezana encamê de hat bibîrxistin, ku Êzidî civaka herî qedîm a Rojhilata Navîn e û hat destnîşankirin, ku di roja îro de li pêş çavê tevahiya cîhanê hewl tê dayîn were tinekirin. Di danezanê de hat ragihandin, ku êrîşa 3'ê Tebaxê ya DAIŞ'ê, dewama fermana 72'an a li hemberî Êzidiyan e û hat gotin, "Qirkirina 3'ê Tebaxê ya li Şengalê, rojanebûyîna dîroka trajîk a Êzidiyan e. Li herêma Şengalê ku barbarî lê hat kirin, herî kêm 5 hezar mirov hatine qetilkirin û ewqas mirov jî hatine revandin. Bi hezaran jin rastî destavêtinê hatine û li bazaran bi awayekî vekirî hatine firotin. Li çiyayê Şengalê hînê 10 hezar mirov di bin gefa êrîşên DAIŞ'ê de dijîn. 350 hezar Êzidî ji cih û warên xwe bûne û li deverên cuda yên herêmê belav bûne. Êzidî ji aliyê giştî ve di pêvajoyeke travmadîk re derbas dibin, weke civak bi gefa tinebûnê re rû bi rû ye. Parastina vê civakê, pêşîgirtina li tinebûna wê û xwedîderketina li wê, wezîfeya tevahiya mirovahiyê, bi taybetî jî wezîfeya hêzên xwedî bandor ên navneteweyî ye."
BIRYARÊN HATIN STENDIN
Di Konferansa bi mijara "Rojhilata Navîn û Êzidî" de hatin wergirtin ev in:
"- Di serî de ji bo Êzidiyên li Şengalê asê mane, ji bo hemû koçberên Êzidî alîkariya lezgîn bê kirin
- Ji bo rizgarkirin û azadkirina Êzidiyên hatine revandin, hemû derfet bên seferberkirin
- Ev komkujî weke qirkirinekê bê naskirin û kiryarên wê li dadgeha ceza ya navneteweyî werin darizandin
- Ji bo rizgarkirina herêma Êzidiyan Şengalê, hemû derfet werin bikaranîn û destek ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê yên di nava Êzidiyan de xwe birêxistin kirine re, bê dayîn
- Ji bo Êzidî li xaka xwe vegerin û binesazî ji nû ve bê amadekirin, Foneke Şengalê ya Navneteweyî were vekirin
- Ji bo çareseriyeke siyasî ya wekhev û mayînde, di serî de Şengal herêmeke xweser a Êzidiyan were avakirin û ev herêm di nava Herêma Kurdistanê de cih bigire
- Ji bo gelê Asûrî-Suryanî bi awayekî demokratîk û ewle karibe bijî, daxwaza wan a xweseriyê bên destekkirin
- Yekîtiya Ewropa (YE) alîkariya li Bakurê Kurdistnê bike, bi rêya Yekîtiya Şaredariya GAP'ê bigihêjîne penaberan"