Danezana 12. Konferana Kurd a Navneteweyî ya di 26-27'ê Çileyê de hat lidarxistin, hat aşkerekirin. Di danezanê de bant li welatên rojavayî hat kirin, ku nebin temaşekerên polîtîkaya antî-Kurd a Tirkiyeyê û bikevin nava tevgerê.
Danezana 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya di 26-27'ê Çileyê de li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hat lidarxistin, hat aşkerekirin. Konferans îsal bi serenavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" hat organîzekirin.
Di danezanê de bal hat kişandin ser şerê di nava salê de li gelek herêmên cîhanê destpê kirin û hat gotin, "Li Rojhilata Navîn, Afrîka û Ewropayê, rêxistinên mîna DAIŞ û El Qaîdeyê di asteke nû de êrîşî mafê jiyanê kirin. Êrîşên li Amed, Pirsûs û Enqereyê, asta êrîşên li hemberî mirovahiyê raxist pêş çavan."
Di danezana encamê de hat ragihandin, piştî hilbijartinên Hezîrana 2015'an ên li Tirkiyeyê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd hatiye terikandin û mafê jiyanê ji nû ve hatiye binpêkirin. Dewleta Tirk bi taybetî bi qedexeya derketina derve re sivîl hedef girtiye.
Li gorî danezanê, biryarên di konferansê de hatine girtin bi vî rengî ne:
"1-Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve bajar hatin hilweşandin, ji her temenî mirov hedef hatin girtin û trajediyeke însanî rû da. Lewma divê qedexeya derketina derve derhal bê rakirin. Di navbera Tirkiye û PKK'ê de qanûnên navneteweyî li ber çavan werin girtin. Sivîl hedef neyên girtin. Ji bo mirovên ji ber êrîşan ji neçarî reviyan e vegerin, desteka madî were dayîn. Ji bo binpêkirina mafên mirovan lêkolîn bike, komîsyoneke serbixwe were avakirin.
2-Bingeha pirsgirêk niha, helwesta hevnegirtî ya di nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd de ye. Çareseriyeke aştiyane û demokratîk, wê aramiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn. Her wiha wê bandoreke erênî li têkoşîna li dijî komên 'cîhadî' yên li herêmê bike. Li gorî vê yekê; Divê her du alî êrîşên xwe bisekinînin, agirbestê îlan bikin. Aliyê li gorî agirbestê tevnere, divê were mehkûmkirin. Hemû alî bi çavdêriya aliyê sêyemîn re li dora maseya muzakereyê ya li gorî rewşa di 28'ê Sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê hat ragihandin, bicivin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan a ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve di meriyetê de ye, derhal were rakirin. Divê ewlekarî û tenduristiya Ocalan bên ewle kirin, di naav muzakereyan de cih bigire.
3-Pêwîste Tirkiye desteka xwe ya ji bo komên 'cîhadî' yên li Sûriyeyê tavilê qut bike. Bi rengekî encamgir cihê xwe di nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de bigire. Divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya antî-Kurd a têkildarî Sûriyeyê dimeşîne biterikîne, ji bo mûxalefeteke demokratîk a li Sûriyeyê bi Kurdan re hevkariyê bike.
4-Divê Tirkiye û Yekîtiya Ewropa li ser mijara penaberan hevdîtinan bike û vê yekê di çarçoveya alîkariya însanî de binirxîne. Nabe ku aliyek, mijara penaberan ji bo berjewendiyên xwe weke amûrekê bi kar bîne. Jiyana penaberên li Tirkiyeyê ne, pêwîste li gorî Peymana Cenevreyê be.
5-Pêwîste azadiya ramanê bê ewlekirin, zextên li ser çapemeniyê werin rakirin, qedexeya weşanê were rakirin, rojnamevan, parêzer, rêveberên herêmî, şaredar, aktîvîst, xwendekar û sivîl bes bên girtin.
6-Bi rengekî antî demokratîk ji holê rakirina mûxalefetê, divê bê sekinandin. Polîtîkaya lîncê ya li dijî akademîsyenan divê bê terikandin.
7-Pêwîste destûra bingehîn a di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de ket meriyetê bê betalkirin, destûra bingehîn a nû were nivîsandin. Girîng e destûra bingehîn a nû jî li gorî normên navneteweyî yên Tirkiyeyê jî mora xwe daniye binî be.
8-Polîtîkaya antî-Kurd û şerê li dijî Kurdan, bandoreke neyînî li têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê dike û hewldanên koalîsyonê qels dike. Divê Yekîtiya Ewropa li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne, bi awayekî aktîf beşdarî çareseriya pirsgirêka Kurd bibe. Li gorî vê yekê; Divê Yekîtiya Ewropa (YE) ne tenê banga agirbestê bike. Ji bo çareseriya aştiyane nexşerêyekê amade bike. Ji bo çareseriyeke mayînde PKK'ê weke parçeyek ji çareseriyê bibîne û ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne. Pêwîste êrîşên li hemberî sivîlan werin şermezarkirin. Girîng e YE ji polîtîkayên zordar, bê hiqûqî û antî demokratîk ên YE re nebe temaşeker. Eger Tirkiye li maseya muzakereyê vegere, hingî divê muzakereyên endametiya YE dewam bikin. Divê pirsgirêka Kurd ji meseleyeke terorê wêdetir divê weke pirsgirêkek polîtîk bê nirxandin.
9-Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, ku DYA jî di nav de cih digire, li dijî polîtîkayên antî-Kurd ên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bide û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanên çêker.
10-Girîng e YE, Civaka Navneteweyî, DYA û welatên din ênr ojavayî, rola girîng a Kurdan a ji bo aramiya herêmê nas bikin.
11- Pêwîste PYD di konfearnsa li Cenevreyê e weke aliyekî cih bigire.
12-Em bang li sendîkavan, rêxistinên civakî, akademîsyenan û rêxistinên li derveyî hikûmetê dikin ku daxuayniyên xwe yên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidomînin.
13-Di navbera sînorê Tirkiye û Sûriyeyê de divê korîdoreke însanî were vekirin."