Damezirandina PKK’ê li Stenbol û Şirnexê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK’ê li Stenbol û Şirnexê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK’ê li Stenbol û Şirnexê hat pîrozkirin
Li Stenbolê û Şirnexê bi minasebeta 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê û kongreya Meclisa Ciwanên BDP'ê ku di 30'ê Mijdarê de pêk bê, şahî hatin lidarxistin.
STENBOL
Endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Şîşliyê, bi boneya 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz bike û banga tevlîbûna 1'emîn Kongreya Meclisa Ciwanan a di 30'ê Mijdarê li Amedê pêk bê, li Parka Sibel Yalçin a Okmeydaniyê şahî pêk anî. Di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz hatin vekirin. Dîsa alên PKK û KCK'ê hatin bilindkirin. Komê di şahiyê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" qîr kir. Komê destpêkê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û axaftin hat kirin.
Şahî bi stranên hunermendê NÇM'ê Îdris Demir û govendê bi dawî bû.
LI SULTANGAZIYÊ ŞAHÎ
Meclisa Ciwanan a BDP'a Sultangazî jî bi heman armancê li Parka Heykelê ya taxa Gaziyê şahî pêk anî. Di şahiyê de rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Ciwanan di şahiyê de alên PKK, KCK û YPG'ê rakirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Komê bê navber siloganêin "Silav silav hezar silav ji Ocalan ê PKK ava kir." û "Bijî serok Apo" qîr kir. Ciwanan li vir jî rêz girt û fîşekên hewayî teqandin.
CIZÎR
Li navçeya Cizirê ya Şirnexê Înîsiyatifa Gel jî bi heman armancê li taxa Cûdiyê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de ciwanên endamên YDG-H'ê rê li trafîkê girtin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'e rakirin. Piştî çalakiyê polîsên bi maşîneyên zirxî hatin cihê çalakiyê bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî komê kirin. Ciwanan jî bi kevir û bombeyên deng bersiv dan polîsan. Ji ber bersiva ciwanan polîs ji taxê derketin. Piştî ciwanan dîsa govend gerandin, polîsan dîsa bi bombeyên gazê êrîş kirin. Piştî demekê şahî bi govend û muzîkê bi dawî bû.