Damezirandina PKK’ê li Parîs û Rennesê hate pîroz kirin

Damezirandina PKK’ê li Parîs û Rennesê hate pîroz kirin

35’mîn Salvegera Damezirandina PKK’ê li paytextê Fransa Parîsê û bajarê Rennesê bi şahiyên şevê hate pîroz kirin.

Li herêma Normandie ya Parîsê bi hezaran kes ji bi wesîleya avabûna PKK’ê di şevek ya şahiyê de gihan hev. Di salona ku bi posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin xemiladindin de, posterên 3 jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin jî hatin daliqandin.

Şeva ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir, sînevîzyona ku dîroka PKK’ê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyona şoreşa Rojava vedibêje, hunermend Hozan Şemdîn, Pinar Yildiz, Bengî Agirî, Adil Botan û Koma Pîroz derketin ser dikê.

Di şeva şahiyê de bênavber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin qîrkirin. Li herêma 78 Normande bi koma folklorê ya zarokan û Meclisa Govendê ya Parîsê derket ser dikê û şahî bi govendê bidawî bû.

LI RENNESÊ PÎROZBAHIYA 35’MÎN SALVEGERA PKK’Ê

Li bajarê Rennesê 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê wê jiyan dikin de bi coş hate pîroz kirin. pîrozbahiya ku li salona semta Cormier di demjimêr 17’an de despê kir. piştî deqîqyeke rêzgirtinê , têkildarî dîroka PKK’ê û girîngiya roja me ya îro axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinê koma muzîkê ya Amara ku ji ciwanên Kurd û Brotan pêktê, Hozan Yuksel, Hozan Elî Gul, Ulaş Kelaşîn, Koma Heşt û Çar, Nuarîn, Dengbêj Marûf û Peywan Arjîn derketin ser dikê.

Şahiya ku bi govenndê berdewam kir, heya direngî şevê dom kir.