Daket 48 kîloyan, lê hîn bi biryar e: Divê tecrîd bi dawî bibe

Çetîn Sagir ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ye, di greva birçîbûnê de bûye 48 kîlo. Xwişka wî Hanim Sagir got, "Rewşa wan giran e, lê bi biryar in. Divê em hîn bêhtir xwedî li çalakiya wan derkevin."

Çetîn Sagir (49) ê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê cezayê heta heta lê hatiye birîn, ji 1’ê Adarê û vir ve ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye.

‘JI BER NASNAMEYA XWE CIHÊKERÎ NEPEJIRAND’

Sagir ê bi eslê xwe ji Lîcê ya Amedê ye, zarokê 4'am ê malbatek xwedî 7 zarokan e. Ji temenê xwe yê biçûk ve li gel malbata xwe li Edeneyê bi cih bûne. Sagir ê xwedî kesayeteke bi hestyar û humanîst e, hê di temenê xwe yê zarokatî, ciwantî û niha jî bi sekna xwe ya li dijî bêedaletiyê tê naskirin. Xwişka Çetîn Sagir Hanim Sagir diyar kir ku Sagir ê ji beşa rêveberiya civakî li Zanîngehê mezûn bûye, ji ber nasnameya xwe zext lê hatiye kirin û timî hatiye cihêkirin. Sagir got: “Li dibistanê bûna, li cihê kar bûna, bê ku guh bide tişta ku wê winda bike tişta ku li wir şaş bûna, dihişt û diçû. Ji bo rastkirinê hewl dida, dixwest rast bike, dema ku rast nebûya dihişt, li wir nedima. Dema li dibistana amadeyî bû çend caran hate destgîrkirin, êşkence lê hate kirin û ev yek nepejirand.”

 ‘GELEK ZEÎF BÛNE, LÊ BI ISRAR IN’

Sagir ê nexweş 9 sal in li girtîgehê ye, ji Girtîgeha Îskenderûn, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê hate kirin. Xwişka Sagir a rojên borî serdana birayê xwe kiribû, diyar kir ku girtiyan zêde kîlo li xwe kêm kirine û anî ziman ku birayê wî Çetîn daketiye 48 kîloyan. Xwişka Sagir anî ziman dema serdana birayê xwe kiriye, birayê wî gotiye; ‘Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e, li ser me tevan e. Li ser gelê Kurd e. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me jî bi dawî nebe.’ bang li rêveberan kir.

‘DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ XURTIR BIKIN’

Sagir da xuyakirin ku berî ku grevên birçîbûnê destpê bike, weke ku birayê wî gotî; li girtîgehan tecîdeke psîkolojîk hebû û maf dihatin binpêkirin. Xwişka Sagir got: “Em ji vê pêvajoyê bi fikar in. Em ji tenduristiya hemû hevrêyên xwe yên di girtîgehê de ne bi fikar in. Eger ev rewş dom bike, tecrîd bi dawî nebe, wê rewşên giran ên rê li ber ziyanên mezin ên li girtiyan veke derkevin pêş. Ev biryara wan e. Em malbat divê hê zêdetir destekê bidin wan.”

Xwşlja Sagir anî ziman ku tevî birayê wî nexweş e, ji bo ketina greva birçîbûnê bi israr bû û di encamê de 1’ê Adarê kete girevê û wiha pêde çû: “Birayê min bûye 48 kêlo. Daxwaza min ew e ku malbatên girtiyan xwedî li çalakiyê derbikevin. Bang li gelê xwe dikin xwedî li çalakiyê derbikevin û çalakiyê mezin bikin. Em di vê mijarê de pir direng mane. Destekek kêm ji girseya demokratîk û siyasetmedaran dibînin. Divê ev çalakî bikevin rojeva welat. Êdî em dixwazin gavek bê avêtin. Pirsgirêka me pirsgirêka vê dewletê ye. Divê êdî ev wisa bê nirxandin.”