DAIŞ li Semsûrê endaman peyda dike
Mahmût Gazîtatar ê ji Semsûrê tevlî nava DAIŞ'ê bûye got, "Li Semsûrê kampa perwerdeyê ya DAIŞ'ê heye. 5 mehan li ser cîhadê ders dan me. Dûre em li Sûriyeyê tevlî Dewleta Îslamê bûn."
Mahmût Gazîtatar ê ji Semsûrê tevlî nava DAIŞ'ê bûye got, "Li Semsûrê kampa perwerdeyê ya DAIŞ'ê heye. 5 mehan li ser cîhadê ders dan me. Dûre em li Sûriyeyê tevlî Dewleta Îslamê bûn."
Mahmût Gazîtatar ê ji Semsûrê tevlî nava DAIŞ'ê bûye got, "Li Semsûrê kampa perwerdeyê ya DAIŞ'ê heye. 5 mehan li ser cîhadê ders dan me. Dûre em li Sûriyeyê tevlî Dewleta Îslamê bûn."
Gazîtatar ê di operasyona azadkirina Girê Spî de ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve bi saxî hat zevtkirin anî ziman ku DAIŞ li Semsûr û Rihayê di kampên penaberên Sûriyeyî de endaman ji xwe re peyda dike.
Gazîtatar diyar kir ku ew li Girê Spî di nava Tabûar Konstatîn a temamiya wê ji hêzên Tirk pêk dihat li dijî şervanên YPG/YPJ'ê şer dikir û banga "Neyên lîstika DAIŞ'ê" li ciwanên Semsûrê kir.
Gazîtatar pêvajoya ji Semsûrê destpê kir û gihaşt heta Sûriyeyê, kampa perwerdeyê ya DAIŞ'ê ya li Semsûrê û "Tabûra Konstantîn" a ji Tirkan pêk tê, ji ANF'ê re vegot.
Hûn dikarin bi kurtasî xwe bidin naskirin?
Navê min Mahmût Gazîtatar e. Li navenda Semsûrê ji dayik bûme, 24 salî me. Beriya tevlî DAIŞ'ê bibim xwendekarê pola 2. ê beşa avahiyan a Zanîngeha Semsûrê bûm.
Hûn bi çi rengî tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn?
Ji bo tedarikkirina pêwîstiyên xwe yên dibistanê, min li şîrketa bi navê Yaşar Sofra ya apê xwe dest bi kar kir, ku vê şîrketê xwarin dia penaberên li kampa penaberên Sûriyeyî ya li navbera Semsûr û Rihayê. Di vê dema xebatê de bi giranî bi tena serê xwe tevdigeriyam. Têkiliya min bi mirovan re tinebû. Rojekê min kesekî bi navê Ahmet Korkmaz nas kir, ku bi xwe li fîrmayeke din a xwarin li kampê belav dikr. Me dest bi sohbetê kir. Ahmet behsa xwe kir. Piştî wextekê sohbeta me hat ser ol. Di dema sohbeta bi Ahmet re, tiştên wî li ser dojeh-bihuştê ji min re digot, min ditirsand. Piştî van sohbetan min dest bi nimêjê kir. Ji aliyekî ve kêfa min ji vê rewşê re dihat û rêbaza jiyana min guherî Bi nimêjê re li ser pêşniyarên Ahmet min dest bi xwendina pirtûkên xwedî naveroka olî kir. Karê me yê belavkirina xwarinê li kampa penaberên Sûriyeyî qediya. Bi Ahmet re me li Semsûrê hevdu dît. Têkiliya me ya bi Ahmet re bi pêş ket, sohbeta me êdî bi temamî li ser dîn bû. Rojekê Ahmet ji min pirsî ku dixwaze tevlî perwedeya olî bibe yan na. Min qebûl kir.i Maleke Ahmet Korkmaz a li Taxa Mezarlik a li nêzî stadyûma Semsûrê ku weke "kampa perwerdeya olî" bi kar dianî, hebû. Li wê kampê bi 4 kesên bi navê Yûsûf, Eymen û Îbrahîm re dest bi perwerdeyê kirin.
Jiyaneke çawa ya kampê hebû, we perwerdeyeke çawa dîtin?
Li kampê li gorî pîvanên olî jiyanek hebû. Li kampê 5 meha li ser cîhadê ders ji me re hat dayîn.
Li kampê ji bilî koma we ti komeke din hebû?
Em çend rojên nava hefteyê diçûn. Nizanim ku li kampê perwerdeyeke din dihat dayîn yan jî komên din hebûn yan na. Gelek xebat ji me dihat veşartin. Qedexe bû ku komên din li hev bipisin, haya wan ji hev hebe.
Piştî pênc mehan çi qewimî?
Piştî 5 mehan, wextekê navber ji dersan re hat dayîn. Dûre derket holê ku li Ahmet digerin. Ahmet got ku ew êdî nema dikare li Tirkiyeyê bimîne. Piştî wextekê em ji Îbrahîm hîn bûn ku Ahmet derbasî Sûriyeyê bûye.
We Îbrahîm li kampê nas kir?
Erê, li kampê me hev nas kir. Îbrahîm mirovekî bêdeng bû, bêkar bû, di emrê min de bû. Dema ez derketim, ew hînê li Semsûrê bû. Îbrahîm di tevahiya dema pêvajoyê de weke alîkarê Ahmet tevdigeriya. Yanî xwedî rewşeke bi vî rengî bû.
Di dema ku Ahmet Korkmaz ders dida we de, li hemberî kampê ti serdegirtin, lêgerîn çê bû?
Na, nebû.
Hûn bi çi rengî tevlî DAIŞ'ê bûn?
Piştî ku Ahmet derbasî Sûriyeyê bû, hevdîtina min û Îbrahîm dewam kir. Bi rêya Îbrahîm agahî dişand ji me re. Herî dawî di Gulana 2015'an de Ahmet bi rêya Îbrahîm agahî şand û ji min pirsî ku em dixwazim beşdarî DAIŞ'ê bibim yan na. Digot ku berevajî îdîayên medyayê li Sûriyeyê şer nîne. Ji min re got ku eger qebûl bikim ew ê li Sûriyeyê piştî Rîbat (xizmeta nobedê) ya mehekê, di nava Dewleta Îslma de kîjan karî bixwazim bidin min û jiyaneke normal bimeşîne. Min jî, hem ji ber pirsgirêkan hem jî ji ber perwerdeya cîhadê, qebûl kir. Cîhad bi vî rengî ji me re dihat vegotin; "ya serketin ya şehadet... Dema tu bimire tu ji nîmet, huriyên Xwedê bide te feydê digire, dema tu bijî jî xaka Dewleta Îslamê berfireh dibe. Di her şert û mercî de tu qezenç dike". Li ser vê bingehê min jî biryara beşdariyê da.
Ji Semsûrê bi çi rengî hûn derbasî Sûriyeyê bûn?
Piştî ku min tevlîbûn qebûl kir Îbrahîm piştî rojekê got xwe amade bike. Min walîzê xwe amade kir û li înşaetekê veşart. Min ji malbata xwe re jî got ku ez ê biçim nexweşxaneyê. Piştî rojekê dema ji xew şiyar bûm, min nimêj kir. Ji înşaetê walîzê xwe girt û çûm dîtina Îbrahîm. Îbrahîm ji min re got, "Tuyê biçe Kîlîsê, li Kîlîsê tuyê taksîvanê ku têkiliya xwe bi me re heye, bibîne." Taksîvan mirovekî kinik, dagirtî, bi simbêl û 35 salî bû. Navê wî ji min re ne got. Li otobusê siwar bûm, di destpêkê de çûm Dîlokê ji wir jî derbasî Kîlîsê bûm. Li rawestgeha mînîbusê çûm cem taksîvanan. Min taksîvanê hat tarîfkirin dît. Taksîvan li kûryeyekî min derbasî Sûriyeyê bike geriya. Kûrye ez ji wir girt û bir kampeke komkirinê ya li derveyî Kîlîsê. Cihekî nava daran bû. Çar pên malên ji axê hebûn. Li wê derê 17 kesên ji herêmên din ên Tirkiyeyê hatibûn, hebûn.
Hûn dizanin ku ev kamp tam li kîjan alî ye, li ser sînor bû?
Ne li ser sînor e. Baş nayê bîra min tam li ku ye.
Hûn ji kîjan nuqteyê derbasî Sûriyeyê bûn?
Kûrye em bir cihekî bi qasî 1 kîlometre nêzî Deriyê Sînor ê Cerablûsê. Li vir xeteke ku sivîlên Sûriyeyî jê derbas dibûn hebû. 150 metre nêzî wê xetê em derbasî Cerbalûsê kir.
Piştî hûn derbasî Cerablûsê bûn, çi derket pêşiya we?
Piştî ku em derbasî Cerablûsê bûn, kesên em pêşwazî kirin gotin ku ew ê me bibin bajarê Babê, li wir tevlî kampa perwerdeyê bibin. Me got, "Haya me ji kampa perwerdeyê tinebû, tiştekî welê ji me re negotin". Gotin "Pêkanîneke nû ye. Hûnê perwerdeya leşkerî, dûre perwerdeya leşkerî bibînin". Em bişrin kampa perwerdeyê. Bendewariya me ne ev bû. Piştî nobeda mehekê ya di destpêkê de ji me re hat gotin, diviyabû karekî em dixwazin bidabûya me û em ê bi vî rengî di nava Dewleta Îslamê de biman. Lê belê min li wir fêm kir ku rewş ne mîna hatiye gotin e.
Piştî kampa perwerdeyê hûn birin ku derê?
Piştî kampa perwerdeyê ji bo merasîma sondxwarinê em birin Tabqa. Li vê derê sonda dilsoziya bi "Xelîfe" re hat kirin. Piştre ez ji Til Ebyadê re hatim şandin.
Bi tena serê xwe hûn hatin şandin, li kîjan tabûrê wezîfedar bûn, di nava tabûra we de welatiyên din ên Tirkiyeyî hebûn?
Weke tabûrekê em şandin Til Ebyad. Tabûra me ji xwe bi temamî ji Tirkan pêk dihat. Navê Konstantîn li tabûra me kiribûn. Ji 27 kesan pêk dihat. Di rojên ku em çûn Til Ebyadê de YPG êdî ber bi Til Ebyadê ve bi pêş diçû. Dengê şer ji bajêr dihat. Di wê demê de tenê carekê çûm sûkê. Gel ji endamên DAIŞ'ê ditirsiya.
Di rojên ku YPG li Girê Spî bi pêş ve diçû de, çeteyên DAIŞ'ê pêşî li derketina gel digirtin?
Erê. Ji xwe fermana 'nehêlin sivîl derkevin' dabûn me. Heta kêliya dawî me hewl dan nehêlin sivîl ji bajêr derkevin. Lê belê êdî YPG'ê dor li bajêr girtibû. Li ser vê yekê ji me re hat gotin ku divê em ji bajêr birevin û derbasî Reqqa bibin. Piştî ku em ji bajêr reviyan, sivîlan jî bajar terikandin.
Hûn çawa hatin girtin?
YPG'ê ji her alî ve bajar dorpêç kiribû. Dema me hewl dan birevin, li gundekî li başûrê bajêr em hatin dorpêçkirin. Şer derket, yên li cem min mirin. Min xwe li axureke li gund veşart. Piştî demekê li wir mam. Di dema xebatên lêgerînê yên YPG'ê de hatim girtin.
Dema hûn hatin girtin, hûn bi çi rengî tevgeriyan?
Min nizanîbû YPG komeke bi vî rengî ye. Piştî hatim girtin min YPG nas kir. Min mirovahî, merdbûyîn û xwedî wijdanî di nava YPG'ê de dît. Difikirim dema yek ji YPG'ê bikeve destê DAIŞ'ê wê çi bîne serî? Dema destpêkê hatim girtin YPG'yiyan bi destê xwe cixare dan min, av dan min, biskuvî dan min, çay dan min. Xwarin dan min, qehwe dan min. Min YPG li vir nas kir, min ev mirov li vir nas kir. Di navbera pêkanînên YPG û DAIŞ'ê de bi qasî çiya cudahî hene. Qet nedihat bîra min ku mîna dijminekî bêm girtin. Di roja destpêkê de min digot "ya wê min serjê bike, yan bi wesayîtê di ser min re derbas bibin yan jî guleyê berdin serê min". Ji ber ku min got, "li pêşberî tiştên DAIŞ dike, ew ê jî vê bikin". Lê welê nebû, bi başî nêzî min bûn û hînê jî bi wî rengî nêzî min dibin.
Li vir di nava mercên girtîgehê de ti astengî li pêşiya îbadeta te, jiyana te ya olî heye?
Na. Nimêja xwe dikim. Kûranê dixwînim, dua dikim. Di vî warî de ti pirsgirêk nîne û ti astengî derneket pêşiya min.
Ji bo ciwanên li Semsûrê dijîn bangek te heye?
Banga min ji ciwanên li Semsûrê dijîn bi vî rengî ye; bên ser hişê axwe. Li wir serketin an jî şehadet nîne. Jiyana we wê biherime, her tişt wê biqede. Di navbera tiştên li Tirkiyeyê tê vegotin û tiştên min dît de bi qasî çiyayan cudahî hene. DAIŞ ne mîna ku ji me re hatiye vegotin e.
Piştî ku hûn poşman bûn êdî nikarin tiştekî bikin. Fêm bikin ku çi çi ye, dûre li gorî wê tevbigerin. Di dema kampa perwerdeyê de pirtûkên me dixwendin, ji me re behsa bedewiyên ola Îslamê dikin, hebûn. Ti tiştekî di wan pirtûkan de tên vegotin, ji aliyê DAIŞ'ê ve nayê bi cih anîn. DAIŞ her kesê ne ji xwe, dijmin îlan kiriye. Şîdetê dike, bi zorê ol dide qebûlkirin. Ol baweriyek li gorî daxwazê ye. Pêxemberê me ji bo belavkirina ol, zor bi kar neanî, lê DAIŞ yên ne ji xwe serjê dike. Divê ciwan li Semsûrê hay ji xefikan hebe.