DAIŞ'ê li Mûsilê rojnamevanekî din kuşt

Li bajarê Mûsilê yê eyaleta Nînova ya Iraqê, kuştina rojnamevanan a ji destê çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Li bajarê Mûsilê yê eyaleta Nînova ya Iraqê, kuştina rojnamevanan a ji destê çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî, rojnamevanê bi navê Qeys Talal Axa duh ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

Rojnamevanê ciwan ê hat kuştin li Mûsilê ji bo televîzyona Sema dixebitî û beriya dagirkeriya DAIŞ'ê yek ji amadekarên konferansa rojnamevanên ciwan bû. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, ku rojnamevanê di meha Hezîranê de ji gel komek ji rojnamevanan ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hat girtin, li navenda Mûsilê hatiye qetilkirin. Rojnamevan Qeys Talal Axa di sala 1998 ji dayik bûye û kurê roman nivîs Tala Hesen e yek ji nivîskarên navedar ê Iraqê ye.