DAIŞ'ê destpêkê gef xwar dûre hawan avêt rojnamevanan!

DAIŞ'ê destpêkê gef xwar dûre hawan avêt rojnamevanan!

Çeteyên DAIŞ'ê ku ji bo "xwe ewle nebînin" gef li rojnamevanan xwar, topên hawanê avêtin rojnamevanên li girê çapemeniyê yê li pêşberî gundê Edmanek ê Pirsûsê, ku li eniya rojhilat e.

Ji bo şopandina berxwedana Kobanê ya 70 roj in dewam dike, li nêzî gundê Edmanek ê Pirsûsê Midûriyeta Enformasyonê û Çapemeniyê ya Serokwezaretiyê ji bo rojnamevanan girê çapemeniyê ava kiribû. Li girê nêzî deriyê sînor ê Murşîtpinarê, rojnamevan ji roja destpêkê û vir ve lê ne. Çeteyên DAIŞ'ê beriya çend rojan di ser hesabê twitterê de gef li rojnamevanên li vir xwaribû û gotibû, "Çapemenî li cihekî kom bûye, bila xwe ewle nebîne". Çeteyan îro jî hawan avêtin girê çapemeniyê. Bi şensê tiştek bi kesî nehat û topa hawanê sed metre li rojavayê gir ket.

Ji ber daxwaza Tirkiyeyê ya avakirina 'herêma ewlekariyê' ya 10 km li nav sînorê Tirkiyeyê û ji bo qebûlkirina vê daxwazê li qada navneteweyî, ev hewldanên DAIŞ'ê û valakirina gundên Zehwan û Kobanê Serxetê ji aliyê leşkerên Tirk ve, weke hewldanên ji bo gihaştina heman armancê tên şîrovekirin.