DAIŞ çima ji navê 'DAIŞ'ê aciz e?

DAIŞ çima ji navê 'DAIŞ'ê aciz e?

Têgînên ji bo Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê ku (DAIŞ) ya dij mirovahiyê tên bikaranîn, ji aliyê Rojavayiyan tên terikandin.

Heta beriya dagirkirina Mûsilê ji bo DAIŞ’ê têgînên weke ‘serhildêr, îslamî, yên li dijî Malîkî û hêzên muxalîf yên li dijî Sûriyeyê’  dihat bikaranîn û piştî ku DAIŞ’ê Şengal wêran kir û bi sedan kes kuşt, ket rojeva hemû cîhanê. 

Vê rêxistinê piştre xwe wek Dewleta Îslamî îlan kir. Rojavayiyan piranî dema ku dinivîsandin têgîna ‘Cîhadiyên Dewleta Îslamî’ bikaranîn. Çapemeniya Îran, Lubnan, Kurd û gelekên din jî navê ‘DAIŞ’ê bikaranîn.

Herî dawî hikûmeta Fransayê navê DAIŞ bikar anî. Roja Duşemê di konferansa der barê Iraqê de Serokkomarê Fransayê Fraçoîs Hollande cara yekem ev nav bikar anî. Di encamnameya konferansê de jî heman nav hat tercîhkirin.

Serokê DYA Barack Obama, Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Serowezîrê Îngîlîstanê Davîd Cameron ji bo Rêxistina Dewleta Îslamî gotin ku tu eleqeya vê ‘Ne bi îslamiyet û ne jî bi dewleta Îslamî’ heye.

Piştî ku têgîna DAIŞ ji aliyê Fransayê ve hat bikaranîn, dîsa hemû baldarî çû ser navê DAIŞ’ê. Fransayê ev biryar ne wek biryarek nerm wek biryarek siyasî nirxand.  Wezîrê Karên Derve ynê Fransayê rojnamevan hişyar kir ku dema DAIŞê nîşan didin an jî vedibêjin divê gotinên ‘Dewlet’ û ‘Îslamê’ bikar neynin.

Gelek rojnamevan û çavdêr diyar dikin ku gotina DAIŞ’ê dema DAIŞ tê nîşandan gotinek hêsan ya kurt a erebiye. Yanî bi îfadeyeke din wek kurtasiya ‘Dewla ul-İslamiya fi al-Irak wal-Şam’ tê dîtin. Lê ev şaş e.

Ji bilî hinek îstîsnayan di cîhana Ereb de pir kêm rêxistin û komên siyasî kurtasiyan bikar tînin.  Hamas (Harakat al-Muqawama al-Islamiya) di nava van rêxistinan de ye.

DAIŞA a ku xwe wek Dewleta Îslamî îlan kiriye, ji ber ku wek DAIŞ tê binavkirin gelek aciz e û ji avabûna xwe ya Nîsana 2013’an heta niha ji vî navî aciz e. Bi taybet çapemeniya Îran, Lubnan û Ereb gotina DAIŞ bi lez belav kirin. Armanc ev e ku gotinên ‘îslam û dewletê’ veşêrin û bandora rêxistinê ya li herêmê kêm bikin.

DAIŞ têgîna DAIŞ’ê biçûk dibîne û di erebî de Daîs tê wateya kesên ku bi lingan kesan dipelçîqîne û Dahîs jî tê wateya kesê fîtneyê derdixe.