Dagirkeriya Tirk li Maînz û Torontoyê hate şermezarkirin

Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla, li bajarê Maînz ê Elmanyayê û li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin şermezarkirin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) şeva Sêşemê li bajarê Maînzê pankarta bi nivîsa "#TurkeyIsBombingTheKurds: Mexmur, Şengal, Qendîl, Erdogan rawestînin!" daliqandin.

Ciwanan her wiha wêneyê Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn jî daliqandin ku 27'ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û ragihandin ku wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi heman armancê Kurdistanî tevî dostên xwe li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev kom bûn û bi dirûşman dewleta Tirk şermezar kirin.

Bi dowîz û pankartan bang li hikumeta Kanada û dewletên dinyayê jî kirin ku bêdeng nemînin.

Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û ji Neteweyên Yekbûyî jî hate xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.