Dagirkeriya li Kurdistanê wê li welatên Asyayê bê şermezarkirin

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê wê roja 26'ê Gulanê bi navê "Roja Çalakiyê ya Global" xwepêşandan bên lidarxistin. Welatên Asya jî wê destekê bidin çalakiyan.

Piştgiriya ji bo "Roja Çalakiyê ya Global a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê" ku bi banga gelek kesayet û rêxistinên navneteweyî ve dest pê kir, zêde dibe. Tevî Ewropa û Latîn Amerîkayê, li welatên Hîndîstan, Afganîstan, Pakîstan û gelek welatên din ên li parzemîna Asyayê, dostên gelê Kurd xwe amade dikin ku çalakiyan bikin.

Li bajarê Lohore yê Pakîstanê, Eniya Çep a ji 17 rêxistinên jinan, çep, demokratîk û sendîkayan pêk tê, wê 26'ê Gulanê yekemcar li ser meseleya Kurd û Kurdistanê paneleke bi beşdariyeke xurt pêk bîne. Piştî panelê wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, kampanya îmzeyan dest pê bike.

NÛNERÊN BI SEDAN RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL WÊ TEVLÎ BIBIN

Li paytexta Hîndîstan Delhî ya Nû jî, wê 26'ê Gulanê bi beşdariya nûnerên bi sedan Rêxistinên Civakî yên Sivîl wê forûma gel pêk were. Di forûmê de wê meseleya Kurd û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bên nirxandin.

Dostên gelê Kurd ên li wan welatan, di Forûma Gelên Asya-Ewropayê de ku meha Nîsanê li Vîetnamê pêk hat, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kiribûn û bang li dewletên Asya û Ewropayê kiribûn ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê bigirin.

Çend ji kesayet û saziyên ku mohra xwe danîne binê metna banga 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê re':

Dr. Ela Gandhi, Weqfa Pêşvebirinê ya Gandhi, Prof. Dr. Anuradha Chenoy, Prof. Dr. Kamal Chenoy Zanîngeha Jawaharlal Nehru û endama rêveberiya AEFP'ê-Delhî ya Nû, Prof. Dr. Achin Vanaik-Hîndekarê Perwerdeya Têkiliyên Navneteweyî, Rêveberê Koalîsyona Aştiyê ya li dijî Biçekbûna Nukleerê Prof. Jose Maria Sison, Seroka Lîga Têkoşîna Gelan (ÎLPS) û yek ji pêşengên tevgera azadiyê ya Fîlîpînê Giuliana Barbieri, Partiya Piştgiriyê ya Afganîstanê (Hambastag), Yekîtiya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA), Komeleya Lêgerînerên Edaletê ya Afgan (SAAJS), Koma Ciwanên Azadîxwaz ên Afgan, Malalai Joya-Siyasetmedarê Afgan, Selay Ghaffiar-aktîvîst - Afgan, Belguis Roshan-Senatorê Afgan, Prof. Leeda Ahmad-Zanîngeha Afghanîstanê, Dr.Yalda Ahmad Kabir - Psîkolog û endama Medîca Mondale ya Afgan , Farooq Tariq Awami-Berdevkê Partiya Karker a Pakîstanê, Ziyad Faisal-Berdevkê Tevgera Haqooq Khalq a Pakîstanê.